Ji bo Hamdûllah Oge yê di 3'ê Hezîrana 2015'an de li navçeya Çewlik Kanîreşê di dema xebatên hilbijartinê de hat qetilkirin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Essenê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
ANF
ESSEN
yekşem, 5 tîrmehê 2015, 13:54
Kurdên li Essen û derdora wê dijîn sê rojan birayê Hamdûllah Oge Mahmût Oge ziyaret kirin û sersaxî jê re xwestin. Li dû serdanên sersaxiyê li komeleyê civîna bîranînê hat lidarxistin.
Di axaftinên li civîna bîranînê de hat ragihandin ku Hamdûllah Oge yek ji nûnerên kevneşopiya fedekarî û wêrekiyê ya dîroka têkoşîna PKK'ê ye.
Mahmût Oge li merasîma bîranînê peyivî û diyar kir ku Oge şehîdê tevahiya Kurdistanê ye û got, "Ji destpêka salên 1990'î û vir ve Hamdûllah li hemberî îşkence, hewldanên şikandina vînê û kuştinê, bi biryardarî li ber xwe da." Oge anî ziman ku helwesta berxwedêr a birayê wî cesaret daye wan û got, "Di vê meşa bi rûmet de em ê daxwaz û hêviyên wî ji xwe re bikin sedema jiyan û têkoşînê."
Heman piştî bîranînê ji bo Hamdûllah Oge xwarina fitarê hat belavkirin.