Kurdistaniyên Lubnanê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê bi meşekê komkujiya li Kobanê şermezar kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku ji bo hesap ji berpirsyaran were pirsîn, bikeve nava tevgerê.

Bi pêşengiya Rêxistina Çanda Civakî ya Newroz bi sedan Kurdistaniyên li Lubnanê dijîn, bi meşekê komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê şermezar kirin. Meşvanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan vekirin, alên YPG û YPJ’ê hilgirtin ji ber pira Kola heta Navenda Neteweyên Yekbûyî meşiyan.
Meşvanan bi qîrîna dirûşmeyan dilsoziya xwe bi şervanên YPG/YPJ'ê re nîşan dan û tevî çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê komkujî kirin, dewleta Tirkiyeyê ya piştgiriyê dide çeteyan şermezar kirin.
Li ber navendê Endama TEV-DEM’ê Tolîn Xelîl axivî, komkujiya Kobanê nelet kir, siyasetên Tirkiyeyê yên piştgiriyê çeteyan şermezar kir û ji civaka navdewletî xwestin ku hesab ji kujeran û Tirkiyeyê bipirsin.
Di dawiya axaftina xwe de Xelîl da zanîn ku hemû planên êrîşkaran têk çûne.
Kurdistaniyan bi qîrîna dirûşmeyan dawî li meşa xwe anîn.