Gundiyên Roboskê li dijî qedexe û êrîşan meşiyan

Gundiyên Roboskê ji qedexeyên li zozanan û êrîşan protesto bikin, ber bi Zozanên Şerît ve meşiyan.

Gundiyên Roboskê ji qedexeyên li zozanan û êrîşan protesto bikin, ber bi Zozanên Şerît ve meşiyan.

Gelê Roboskê di 29’ê Hezîranê de li dijî zextên leşker û qedexeyên zozanan, li pêşiya gundê Roboskê bend danîbûn û xwestibûn sewqiya leşkerî bê sekinandin. Lê belê leşkeran jî li ser vê yekê êrîşî gel kiribûn. Ji ber êrîşê 6 gundî birîndar bûn û 4 zarok hatin binçavkirin. Roja din saet di 04.30’an de leşker ji sînor vegeriyan leşkergeha xwe û dema hatin gundê Roboskê li pêşiya gund gule li malan reşandin. Li vir 5 hêstirên li ber mala miribûn û gelek birîndar bibûn.

Gundî ji bo van êrîşan protesto bikin ber bi Zozanên Şerît ve meş pêk anîn.