YPG'ê nasnameyên 2 cangoriyên xwe aşkera kir

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnasmeyên 2 cangoriyên xwe aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku şervanên wan Mihemed Borak bi nasnav Hogir Çewlik, di 2'ê Tîrmehê de li gundê Sirîn ê Kobanê û Merwan Mahmûd bi nasnav Rustem Cûdî di 4'ê Tîrmehê de li Eyn Îsa jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya navendê ya li ser mijarê de ev xal hat destnîşankirin:

"Berxwedanıya yekîneyên me yên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê li Rojavayê Kurdistanê bala hemû cîhanê kişand. Bi saya keç û xortên azad, ku ji bo rûmeta gelê xwe, ax û azadiya xwe canê xwe feda kirine, serketin bi dest ketine. Ji bo parastina nirxên mirovahiyê û jiyaneke wekhev, bi vîneke mezin qet paş ve gav ne avêtine û têkoşîna xwe her tim dewam dikin.

Di berxwedana dîrokî ya kantona Kobanê de şervanên me bi lehengî û qehremantiyeke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Navên xwe bi tîpên zêrîn di rûpelê dîroka parastina nirxên mirovahiyê de nivîsandine.

Em jî weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê soza şopdariya rêya şehîdan didin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.

NASNAMEYÊN CANGORIYAN

Nasnav: Hogir Çewlik 
Navê rast: Mihemed Borak
Navê dayikê: Zahîda 
Navê bav: Osman
Cihê ji dayikbûnê: Çewlik/Kanîreş
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 2-7-2015 Kobanê - gundê Sirîn

Nasnav: Rustem Cûdî 
Navê rast: Merwan Mahmûd 
Navê dayikê: Xanim 
Navê bav: Ibrahîm 
Cihê ji dayikbûnê: Kobanê - gundê Korik 
Cih û dîroka jiyana xwe ji dest da: 4-7-2015 Kobanê - Eyn Îsa