'Heval Bagok' ê Awûstralyayî li Melboûrne hat bîranîn
Şervanê YPG'ê Reece Hardîng (Bagok Serhed) ê Awûstralyayî, ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Melboûrneyê bi merasîmekê hat bîranîn.
ANF
MELBOÛRNE
yekşem, 5 tîrmehê 2015, 14:21
Şervanê YPG'ê Reece Hardîng (Bagok Serhed) ê Awûstralyayî, ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Melboûrneyê bi merasîmekê hat bîranîn.
Di merasîma ku nûnerên gelek saziyên Kurdan û welatparêzên Kurd lê amade bûn de, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Cengîz Sonkaya peyivî. Sonkaya bibîr xist ku Reece Hardîng duyemîn welatiyê Awûstralyayê ye ku li nava refên YPG'ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye û destnîşan kir ku ev yek hîn bêhtir wezîfe û berpirsyariyê dide civata Kurd a li vî welatî dijî.
Sonkaya da xuyakirin ku her du cangoriyan dest ji jiyana aram û ewle ya li Awûtralyayê berdane, tevlî Şoreşa Rojava bûne û li wê derê jiyana xwe ji dest dane. Sonkaya ragihand ku ev yek mesajeke gelekî watedar e û destnîşan kir ku ji ber dilsoziya bi cangoriyan re divê her kes ji bo serketina Şoreşa Rojava bi berpirsyarî rabe.
Di merasîmê de slayt a li ser jiyan û têkoşîna Reece Hardîng hat amadekirin, hat nîşandan.
MALBATA REECE HARDÎNG HAT ZIYARETKIRIN
Li aliyê din heyetek ji çar kesan a ji saziyên Kurd ên li Melboûrne û Sydneyê, malbata Reece Hardîn a li eyaleta Qûeenslandê dijî ziyaret kir û ji malbatê re sersaxî xwest.
Malbata Hardîng ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku ew bi kurê xwe re serbilind e.
Heyeta Kurd jî anî ziman ku malbata Hardîng êdî parçeyek ji civata Kurd e û hem ji bo anîna cenaze hem jî di dema ji niha û pê ve de ew ê her tim li cem malbatê bin.