Jinên YNK’yî û rêxistinên alîkariyê Kobanê ziyaret dikin
Heyetek ji rêxistina jinan a YNK’ê û heyeta Rêxistina Alîkariyên Mirovî ya Kantona Cizîrê bi armanca piştgiriyê hatin Kantona Kobanê.
Heyetek ji rêxistina jinan a YNK’ê û heyeta Rêxistina Alîkariyên Mirovî ya Kantona Cizîrê bi armanca piştgiriyê hatin Kantona Kobanê.
Heyetek ji rêxistina jinan a YNK’ê ku ji 3 kesan pêk tê û ji bajarên Duhok û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê hatine, her wiha heyeta Rêxistina Rojava ya Alîkariyê û Pêşxistinê ya Kantona Cizîrê îro hatin Kobanê.
Wezîrê Parastinê yê Kobanê Ismet Şêx Hesen pêşwaziya heyetê kir û endamên heyetan li nava bajar gerandin. Endamên her du heyetan bi rêzê çûn serdana Goristana Şehîdan ku qurbaniyên komkujiya çeteyan lê hatine veşartin, kampa Miştenur û Şaredariya Gel.
Di serdanê de Berpirsiyarê Rêxistina Rojava ya Alîkariyê û Pêşxistinê ya Kantona Cizîrê Hember Hesen diyar kir ew bi armanca şopandina rewşa gel û tespîtkirina kêmasiyan hatine vir. Hember Hesen destnîşan kir ku ew ê van lêkolînên xwe bikin rapor û pêşkêşî sazî û rêxistinên navneteweyî bikin. Hesen anî ziman ku tişta ji destê wan tê wê bikin û got: “Pêwîst e em xwedî li Kobanê derkevin.”
Berpirsiyara Rêxistina Jinan a YNK’ê Berze jî got: “Şerefeke pir mezin e ku îro em hatin ser axa pîroz. Îro Kobanê ji bo her Kurdekî axeke pîroz e. Em ji bo alîkariya gelê Kobanê hatin vir. Em dixwazin kêmasiyan di cih de bibînin û li gorî derfetên heyî alîkariyê bikin.”