Partiya Herêman a Demokratîk civîna Meclîsa Partiyê li Amedê pêk anî. Li dû dicînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û hat destnîşankirin ku divê pêvajoya çareseriyê êdî derbasî qonaxeke bilindtir bibe.
Endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), bi serokatiya Hevserokên Giştî Emîne Ayna û Kamûran Yuksek li Salona Civînê ya Meclîsa Şaredariya Peyasê civiya û encamên civînê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hatin aşkerakirin.
Di encamnameya civîna ku heyeta HDP'ê jî lê amade bû de hat ragihandin ku nabe pêvajoya çareseriyê mîna berê bimeşe, divê derbasî qonaxeke bilindtir bibe û hat gotin, "Li pêş çavan e ku mîna berê bi tenê bi çûn û hatina Girava Îmraliyê pêvajoya çareseriyê nema dimeşe. Li ser vê bingehê di civîna Meclîsa Partiyê de hatiye tespîtkirin ku kengî şert û mercên aştî û hevdîtinê wekhev bûn, hingî encameke adil dikare jê derkeve. Destnîşan kiriye ku divê şert û mercên azadiyê yên Birêz Ocalan ku yek ji aliyê bingehîn ê çareseriyê ye bên afirandin. Ji bo vê jî biryar hatiye dayîn têkoşîn were xurtkirin. Ji bo şikandina mercên dîlgirtinê yên Birêz Ocalan lê tê ragirtin, li ser plana rêza çalakiyan hatiye rawestîn."
Di encamnameyê de bal hat kişandin ser bûyer û qewimînên li Rojavayê Kurdistanê û hat gotin, "Gotina 'Em ê bikevin Sûriyeyê' ya AKP'ê, ji polîtîkaya Tirkiyeyê ya heta niha li dijî Rojava meşandiye, cuda nîne. AKP a ku bi dehan caran dîmenê alîkariya wan a ji bo çeteyên DAIŞ'ê hatin kişandin, eleqeya xwe bi bûyerên dawî yên li Kobanê rû dan, heye. Veguhastina hejmareke zêde leşker û alavên leşkerî ber bi sînor, encama vê helwestê ye. AKP di nava lîstikeke xetere de ye."
Di encamnameyê de bal hat kişandin ser nîqaşên der hqê koalîsyona AKP-MHP'ê de û hat destnîşankirin ku hikûmetek ji vê koalîsyonê derkeve, wê welêt ber bi kaoseke navxweyî ve bibe. Di encamnameyê de hat gotin ku ji bo careke din şer li ser vê xakê rû nede divê şert û mercên fîzîkî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin û AKP tavilê dest ji polîtîkayên xwe yên li hemberî Rojava berde.