Nasnameya 6 şervanên YPG’ê hate aşkerakirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wiha ye:

ˮŞervanên gelê me yê berxwedêr, di bin her şert û mercan de li hember dijminên gelan ji serketinê wêdetir çi rêya din esas nagirin. Ji bo pêkanîna vî erkê pîroz çi astengiyê nas nakin û xwe gorî kirine welatê xwe de bi dilxwazî tevdigerin.

Ev hêza mezin a serketinê, di dîrokê de pir kêm bûye nesibê gelan. Lewma gelê me di bin metirsiya mirine de jî be, tim xwedî li şervanên xwe derketine û tevî şervanên xwe yên leheng li ser dijminên xwe de xezeb barandine.

Bêguman ev serketin bi berdêlên mezin tên bidestxistin. Ev berdêl jî ciwanên giranbuha yên gelê me ne. Mixabin em îro şehadeta 6 hevrêyên xwe yê din radigihînin.

Fermandar Heval Heydar, ji gundê Roboskî yê bakurê Kurdistanê bû. Ev demekî direj di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de cih digirt. Herî dawî jî li Kobanê, li hember çeteyên xwînmij berxwedaneke bêhempa nîşan da. Dema çeteyan 25’ê hêyve êrîşê gundê Berxbatonê yê başûre Kobanê kirin, heval ji bo bigihêje hawara gelê me bi lêz û bez xwe gihand. Di pevçûnên li vê herême de birîndar bû, û tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihişt şehadete.

Heval Sîpan jî li hember heman êrîşên çeteyan, li gundê Şêxlera Jorin a Kobanê di şerekî dijwar de cihê xwe girt û şkandina êrîşên çeteyan de rolek girîng lîst. Ev hevalê me jî, di dema van pevçûnên dijwar de gihişt şehadete.

Her çar hevalên me yên din jî li qadê ku erkdar bûn, heta keliyên xwe ya dawiyê bi dilsozî giredayî doza gelê xwe bûn. Heval Egîd, Welat, Serhildan û Çiya wekî navê ku ji xwe re hilgirtine jiyan kirin. Ji ber vê tegînên egîdî, welat, serhildan û çiya bi xwe re watedar kirin, bi wan mezin bûn û mezin kirin.

Em wekî şervanên YPG û YPJ’ê ji jiyan û şerê hevrêyên xwe hêz digirin û soza xwe ya şopandina rêya wan dubare dikin.

 

Nasnameya şehîdan wiha ye;

 

Nasnav: Heyder Goyî

Nav û Paşnav: Cemîl Encu

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Qilaban

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê 30.6.2015

 

Nasnav : Sîpan Zagros

Nav û Paşnav: Mihemed Hesen

Navê Dayîkê : Eyşe

Navê Bav: Xidir

Cihê Jidayikbûnê: Yapsê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şêxler (Rojavayê Kobanê) 26.6.2015

 

Nasnav : Egîd Dirbêsiye

Nav û Paşnav: Kemal Îsa Îbrahim

Navê Dayikê: Xezal

Navê Bav: Îsa

Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiye

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê-Til Xenzîr  9.3.2015

 

Nasnav : Çiya Efrîn

Nav û Paşnav : Givara Hesen

Navê Dayikê: Henîfe

Navê Bav: Hesen

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê-Tewil Şewax 18.6.2015

 

Nasnav: Welat Rêber

Nav û Paşnav: Ehmed Ehmed

Navê Dayikê: Qedriye

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa (di encama teqemeniyê de şehid ket)27.6.2015

 

Nasnav: Serhildan Dêrîk

Nav û Paşnav: Şemdîn Eye

Navê Dayikê: Sadiye

Navê Bav: Abidîn

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn-Dêrîk

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê-Til Mihîsim a Xerbî  7.6.2015