Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava bang li welatiyan kir ku bêyî erêkirina hêzên Asayîşê ti xaniyan nekirin, nedine kirê û ti kesî têde bicih nekin. Rêveberiya Asayîşê destnîşan kir ku ev biryar bi armanca parastina ewlekariya herêmê hatiye girtin.
Têkildarî mijarê Rêveberiya Asayîşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand û li ser malpera xwe ya fermî hate weşandin. Daxuyaniya Rêveberiya Asyayîşê wiha ye: “Di demên dawiyê de tevgera zêde di malan de çêbûye. Gelek xanî bi kirê têne dayîn, têne firotin û rehîn ji bo her kesî têne dayîn. Ev yek bandora neyênî li ewlekariya herêmê dike. Ji ber vê yekê û bi armanca parastina ewlekariya herêmê qedexeye ti kes û ev ji bo hemû buroyên kirîn û firotina xaniyan derbasdar e ku bi xwe xaniyan bifroşin her kesî, yan bi kirê bikin, yan rehîne. Dema yek ji van mijaran pêk hat pêwîst e bi erêkirina hêzên asayîşê pêk were.
Îmzekirina peymaneke firotin, kirîn yan rehîne bêyî erêkirina hêzên Asayêşê wê bibe sedema ceza û lêpirsîna qanûnî. Em wekî hêzên Asayîşê armanca me ya sereke parastina ewlekariya welatiyan e, em ê ji bo parastinê û pêkanîna erka xwe serî li hemû rêbazan bidin.ˮ