Li Kobanê kampa koçberan hate vekirin
Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Kobanê kampeke din ji bo koçberan a bi navê ˮŞehîd Seydoˮ li gundê Ên Bet a Şerqî vekir.

Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Kobanê ev 3 roj in li gundê Ên Bet dest bi kar û xebatên avakirina kampeke ji bo koçberên herêmên şer û pevçûn lê hene pêşwazî bike dike. Ji bo kampê av hate peydakirin û elektrîk hat girêdan. Di kampê de 75 malbatên koçber hatin bicihkirin.
Heta niha 50 kon hatine vekirin û dema koçberên din werin wê konên din bêne vekirin, di kampê de navenda tenduristiyê hatiye vekirin, xebatkarên Heyva Sor têde hemû koçberên nexweş derman dikin, her wiha alîkariyên mirovî di bin çavdêriya Komîteya Alîkariyên Mirovî ya Kobanê tê belavkirin. Di kampê de jenetorek hatiye danîn, her wiha depoyên avê jî hatine bicih kirin.
Di dema vekirina kampê û pêşwazîkirina koçberan de Alîkarê Serokê Desteya Karûbarên Civakî yê Kobanê Şervan Muslim axivî û got ku desteya wan wê bi hemû hêza xwe alîkariya koçberan bike û wê alîkariya wan bike.
Muslim, da zanîn ku ew ê koçberên ji herêmê Reqa û deverên din ên di bin xeteriya DAIŞ’ê de pêşwazî bikin.