Ji Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê daxuyaniya girîng

Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku kesên ji Hesekê û çeteyan bi cih bikin, yan alîkariya wan bikin ne ji vir in û ji nirxên jiyana hevbeş a pêkhateyên bajar dûr in.

Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku kesên ji Hesekê û çeteyan bi cih bikin, yan alîkariya wan bikin ne ji vir in û ji nirxên jiyana hevbeş a pêkhateyên bajar dûr in.

Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê der barê êrîşên çeteyên DIAŞ’ê li hember Hesekê û veqetandina alîgirên rejîmê û tevlîbûna wan a nava DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di Daxuyaniyê de bang li kesên welat ji wan re girînge hate kirin û ev tişt hat gotin: ˮEm ji welatê xwe hez dikin, ji ber vê yekê pêwîst e em welatê xwe biparêzin da ku neviyên me bi azadî li pişt me bijîn. Ji ber vê yekê pêwîste hemû pêkhate tevlî berxwedanê bibin û di xebatên parastina bajêr de cihê xwe bigin. Pêwîst e hemû pêkhate li kêleka hêzên YPG/YPJ’ê ên bajar diparêze bisekinin. Hêzên YPG/YPJ’ê yên li dijî çeteyên ku bi navê ol komkujiyan pêk tînin şer dikin û rê nadin wan.ˮ

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çete dûrî nirxên Îslamê ne û wiha hate domandin: “Çete li dijî nirxên Îslamê ne, dixwazin xak û rûmeta gelê me dagir bikin. Çete li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne û di bin navê Îslamê de welatiyan didin koçberkirin, seriyan jê dikin û malên welatiyan talan û wêran dikin.ˮ

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kesên çeteyan bi cih bikin û alîkariya wan bikin ji wan xetertir in û ev tişt hate destnîşankirin: “Kesên alîkariya çeteyan bikin û wan bi cih bikin, ne zarokê vê herêmê ne, tevî ku li vir dijîn, lê ew ê ne ji vir bêne hesabkirin. Kesên wisa bikin wê diyar bikin ku rûmeta welatiyan û welat ji bo wan ne girîng e. Ew di planên xwe di bi ser nakevin û ji ber ne li ser rastiyê ne wê têk biçin.ˮ

Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê di berdewama daxuyaniya xwe de, der barê kiryarên endamên Dîfai Wetenî yên girêdayî rejîmê û talankirina mal û milkên welatiyan şermezar kir û wiha hate domandin: “Ev kiryarên wan diyar dike ku berjewendiya welat û welatiyan ne di xema wan de ye û ji bo berjewendiya xwe her tiştî dikin. Her kes biratiya di nava pêkhateyên bajar de dizane. Di pêla koçberiyê ya dema dawî de û xwedîderketina li koçberan li taxên hêzên YPG’ê parastina wê dike nîşana herî ber bi çav a wê yekê ye. Koçber hatin bicihkirin û malovaniya wan hate kirin.ˮ

Meclîsa Biratiya Gelan di dawiya daxuyaniyê de ev tişt got: “Em weke Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê berxwedana hêzên YPG, YPJ, Senadîd, Zêravanên Xabûr û Asayîşê û hemû kesên piştgiriya wan dikin silav dikin. Ew in ên bajar diparêzin û ji bo wê canê xwe feda dikin.ˮ