YPG: 2 gund hatin paqijkirin, gelek çete hatin kuştin

Di operasyonên li Rojavayê Kurdistanê de 2 gundên din hatin paqijkirin û gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Di operasyonên li Rojavayê Kurdistanê de 2 gundên din hatin paqijkirin û gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku operasyonên li hember qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de li başûrê Kobanê hatine destpêkirin, dewam dikin û da zanîn ku duh bi şev milên girên Mirawih û Mexrevînê hedef hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev her du qadên stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin û hat gotin, "Di şerê dijwar ê li vê herêmê de bi qasî hatiye zelalkirin 14 endamê çeteyan hatin kuştin, 9 endamê çeteyan jî birîndar bûn. Hêzên me li vê qadê tevî 8 termên çeteyan dest danîn li ser 12 kleş, 57 şarjorên kleşê, 1.500 fîşekên kleşê, 2 BKC, 1.000 fîşekên BKC, 1 roketavêja B7, 5 guleyên roketavêja B7, 1 bêtel û 6 bombeyên destan."

Navendê diyar kir ku operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li qada Mezra Sofî jî dewam dike û da zanîn ku çeteyekî li vê qadê xwe li bejahiyê veşartibû, tevî 1 kleş, 2 bombeyên destan û 7 şarjoran bi awayekî mirî hatiye bidestxistin.

2 GUND HATIN AZADKIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya hêzên kantonên Kobanê û Cizîrê, di roja 57. de li derdora bajarokê Ayn Îsa dewam dike û ev agahî hat dayîn:

"Duh bi şev, hêzên me li nêzî gundê Mişêrfa yê li segoşeya rêyên Reqa, Girê Spî û Kobanê, operasyonek nû lidarxistin. Di encama operasyonê de 2 gundên li rojava û başûrrojavayê gundê Mişêrfa ji çeteyan hatin paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di şerê li vê derê de nehatiye zelalkirin."

LI SER RÊYA HESEKÊ-ŞEDDADÊ OPERASYONA LI DIJÎ ÇETEYAN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî komên çete yên li ser rêya Hasekê-Şeddadê kom bibûn, operasyonek lidarxistin û diyar kir ku di operasyonê de şerekî dijwar rû daye, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevrêyekî me yê di şerê li vê herêmê de bi lehengî şer dikir, gihîştiye şehadetê."