HDP’ê li Wanê Komkujiya Sêwasê lanet kir

Hevseroka HDP’a bajêr Hayva bal kişand ku qatilên li Sêwasê rewşenbîr şewitandin ji aliyê dewletê ve hatine parastin û got: “Heta dewlet bi vê zîhniyeta paşverû-faşîst re rû bi rû neyê wê gel di bin tehdîda komkujiyan de bin.”

Hevseroka HDP’a bajêr Hayva bal kişand ku qatilên li Sêwasê rewşenbîr şewitandin ji aliyê dewletê ve hatine parastin û got: “Heta dewlet bi vê zîhniyeta paşverû-faşîst re rû bi rû neyê wê gel di bin tehdîda komkujiyan de bin.”

Rêxistina HDP’ê ya Wanê bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Wanê Derya Hayva, Veysî Dîlekçî û rêveberên bajêr beşdar bûn.

'ÇÎLLER Û ERDOGAN QATIL PARASTIN'

Dîlekçî ya di civînê de axivî diyar kir ku Serokwezîra demê Tansû Çîller bi gotina, “Baş e welatiyên me yên li derdora otelê kom bûne zerar nedîtine” kesên qatil kiriye bin parastina dewletê. Dîlekçî axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji wê demê ve tevî berpirsyarên komkujiyê dernexistin holê, kesên komkujî pêk anîne pir aşkera hatine parastin. Heta Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo biryara demboriyê ya têkildarî doza Komkujiya Sêwasê bi gotina, ‘Ser xêrê be’ nêrîna xwe ya li hember Komkujiya Sêwasê bi awayekî zelal daniye holê. Ji ber ku Komkujiya Sêwasê di encama nêrîna dewletê ya li hember Elewî, nasnameyên cuda, çand û baweriyan pêk hat.”

‘EM KOMKUJIYÊ CAREKE DIN LANET DIKIN’

Dîlekçî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi zîhniyeta ku komkujiyên Çorum, Mereş, Sêwas û Gazî pêk anîne heta dawiyê têbikoşin. Bila di vê de gumana ti kesî tinebe. Em ê heta dawiyê şopdarê Komkujiya Sêwasê bin. Em komkujiyê careke din lanet dikin.”