BI DÎMEN

Şervanên YPG/YPJ'ê: Em li her derê li dû DAIŞ’ê ne

Şervanên YPG-YPJ’ê yên beşdarî Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê bûn gotin: "Çete hesabê qetilkirina jin, zarok û gelê me yê li Kobanê wê pir giran bidin." Şervanan banga beşdarbûna li nava refên têkoşînê kirin.

Şervanên YPG-YPJ’ê yên beşdarî Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê bûn gotin: "Çete hesabê qetilkirina jin, zarok û gelê me yê li Kobanê wê pir giran bidin." Şervanan banga beşdarbûna li nava refên têkoşînê kirin.

Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê ya ji bajarokê Sîrrînê ji çeteyên DAIŞ’ê bê paqijkirin û hesabê komkujiyê were pirsîn hat destpêkirin, bi coş û morelek mezin didome. Pêngava di 1’ê Tîrmehê de destpê kir, her bi pêş ve diçe û şervanên YPG-YPJ’ê gihiştin girê Sîrrînê.

Şervanên YPG-YPJ’ê Xelîl Avreş, Rûbar Efrîn, Aras Delîla Erzîrom, Birînkûr Pirsûs, Sadûn Botan û Zelal Dilpak ên beşdarî operasyonê bûn, fikr û nêrînên xwe yên li ser pêngavê ji ANF’ê re vegotin.

'BI MORALÊ KU ME JI GEL GIRT, EM DERBÊN GIRAN LI ÇETEYAN DIXIN'

Xelîl Avreş: Ji destpêka pêngavê ve li vir im. DAIŞ li dijî pêngava me li gelek nuqteyan sîvîlan ji xwe re dikin mertal. Em derbeyên giran li çeteyan dixînin. Bê guman ji bo sîvîl zirarê nebînin, em bi kontrol tevdigerin. Pêngava me bi coş û moreleke mezin didome. Em şervanên YPG-YPJ’ê  divê her tim bi moral bin. Li dijî gelê me êrîş hene, komkujî tên kirin. Bê guman ji ber vê êşa me zêde ye, lê divê moralê me her tim hebe ku em derban li dijmin bixînin. Em bi moralê ku ji gelê xwe girtiye, derbên giran li çeteyan dixînin.

'EM Ê LI HER DERÊ LI DÛ DAIŞ’Ê BIN'

Rûbar Efrîn: Ji destpêka şerê Kobanê ve li vir im. Ez bi moral û coşek mezin beşdar bûm. Me derbên mezin li çeteyan xistin.  Pêngav bi lez bi pêş dikeve. Me gelek cebilxaneyên çeteyan girtin dest. Gelek cenazeyên wan di destê me de ne. YPG-YPJ li her derê wê li dû DAIŞ’ê be. Ev pêngav ji bo pêşî li komkujiya Kobanê bê girtin e. Em vê pêngavê tenê wek pêngava tolhildanê nabînin, em hewl didin ji bo gelê xwe hawirek bi ewle ava bikin.

'BILA JIN BEŞDAR BIBIN'

Zelal Dilpak: Ez ji Kobanê me. Ev pêngav pêngava hesab pirsîna kesên li Kobanê hatine qetilkirin e. Em vê komujiyê ti car ji bîr nakin. Çete wê hesabê vê li her derê û her nuqteyê bidin. Em ji bo her tiştî amade ne. Ji bo em hesabê komkujiyê bipirsin em ji her tiştî re amade ne. Em bi moral in. Di vê pêngavê de cih girtin, weke her şervanî min jî kêfxweş dike. Em bi govend û dirûşmeyan diçin operasyonan. Moraleke mezin heye.

Ez ji bo jinan vê dibêjim: Jinan di berxwedana Kobanê de vîna xwe nîşan dan. Bila niha bên beşdarî têkoşînê bibin.  DAIŞ herî zêde jinan hedef digire. Divê em jin li dijî DAIŞ’ê têbikoşin. Xwe biparêzin.

'ÇETE TÊK DIÇIN'

Sadûn Botan: Ez di destpêka pêngava Sîrrînê de beşdar bûm. Me gelek gund azad kir. Çete li dijî me nikarin bisekinin. Dixwazin birevin lê nikarin. Li her derê em ê li pey wan bin. Em ê tola jin, zarok û gelê xwe yê li Kobanê bigirin. Wê berdêla wê giran bidin. Armanca pêngava me bê guman azadkirina Sîrrînê ye.

'FELSEFEYA RÊBERTIYÊ WÊ BIKEVE MERIYETÊ'

Birînkûr Pirsûs: Aliyê herî girîng ê vê pêngavê, ev e ku bi hêrsek mezin tê meşandin. Bi hêrsa komkujiya li Kobanê re, me pêngav di du rojan de pêşketinek mezin bidest xist. Şensê çeteyan tine ku ji destê me rizgar bibe. Heta dikarin bila birevin. Lê wê nikarin xilas bibin. Li gundan sivîlan dikin mertal. Lê em bêyî zirarê bidin gundiyan, em çeteyan ceza dikin. Êdî nikarin li Sîrrînê bisekinin. Em ê her derê li çeteyan bikin gor. Ji bo felsefeya Rêbertiyê bixin meriyetê, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê ciwan beşdarî refên me bibin.

'BILA DILÊ GELÊ ME REHET BE'

Aras Delîla Erzîrom: Ez wek şervana YPJ’ê bi daxwaza xwe beşdarî vê pêngavê bûm. Ji bo tola jin û zarokên li Kobanê hatin qetilkirin hilînim, beşdar bûm. Em tola gelê Kobanê hiltînin. Bila dilê gelê me rehet be. Wê tola wan ji çeteyan bê hilanîn. Li her qadê wê ji bo ewlehiya gelê me tedbîrên pêwîst bên girtin.

...