Cenazeyê gerîlayê PKK'ê Vechettîn Tîmûrtaş (Şoreş Dijwar) ê di sala 1998'an de li navçeya Erzîrom Xinûsê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da û ji aliyê hevalên wî ve ji herêma şer a lê hat veşartin hat derxistin, li Amedê hat veşartin.
Malbata Tîmûrtaş a li aqûbeta kurê xwe pirsî, hîn bû ku cenaze li qada şer hatiye veşartin. Li ser vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Erzîromê da.
Bi serlêdana malbatê re di bin çavdêriya Serdozgeriya Komarê de li herêmê kolandin hat kirin. Cenazeyê ji herêmê hat derxistin rakirin Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê û piştî ji testa DNA encama erênî derket, cenaze radestî malbatê hat kirin. Malbatê jî cenaze anî Amedê.
Cenazeyê gerîlayê PKK'ê Tîmûrtaş li Goristana Yenîkoyê bi merasîmekê hat veşartin.
Welatiyên beşdarî merasîmê bûn, dûre çûn Mala Serxweşiyê ya li Dercîmîtiyan û sersaxî ji malbatê re xwestin.