Bombebaran û tevgera hewayî dewam dike
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku bombebaran û tevgera hewayî ya artêşa Tirk her zêde dibe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku bombebaran û tevgera hewayî ya artêşa Tirk her zêde dibe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku bombebaran û tevgera hewayî ya artêşa Tirk her zêde dibe.
HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Di 1'ê Tîrmehê saet di navbera 03:00 - 17:00 de li ser herêma Xakurkê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker keşif kirine. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde dibe. Li gorî vê yekê;
Ji saet 09:00 ê 1'ê Tîrmehê heta saet 11:00 ê 2'ê Tîrmehê (îro) li qada Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê, di 2'ê Tîrmehê saet di navbera 02:00 - 07:00 de li qada Govendê ya herêma Avaşînê, ji saet 08:00 ê 30'ê Hezîranê heta saet 11:00 ê 2'ê Tîrmehê li qadên Şehîd Rahîme û Şukê yên xeta sînor a Avaşînê, di 2'ê Tîrmehê saet di navbera 02:00 - 05:00 de li herêma Heftanînê, di 1'ê Tîrmehê saet di navbera 12:00 - 18:00 û ji saet 20:00 heta saet 03:00 ê 2'ê Tîrmehê li herêma Zapê, artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.
Ji saet 18:30 ê 1'ê Tîrmehê heta saet 08:00 ê 2'ê Tîrmehê, qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê, qadên Şehîd Bager û Şehîd Rahîme yên li ser xeta sînor a Avaşînê bi obus û hawanan bombebaran kiriye. Her wiha ji ber bombebarana beriya niha ya artêşa Tirk şewata li qada Şehîd Gafûr derket, hînê dewam dike.
Di 2'ê Tîrmehê saet di navbera 07:00 - 12:00 de li qereqola Tabûra Gundikê Mellê ya Şirnexê, bi çekên giran gule li qada Çiyayê Filleh reşandiye.
Di 2'ê Tîrmehê saet di 02:30 de li hemberî santrala termîk a li gundê Bespin ê navçeya Şirnex Silopiyê hêzên me yên gerîla çalakiya hişyarkirinê lidar xistine. Di encama vê çaalkiyê de derb li navendeke santralê hatiye xistin, 4 odeyên bendavê jî hatine rûxandin ku nema karibin bên bikaranîn."