Dêrsimiyan Komkujiya Madimak ji bîr nekirin
Di 22. salvegera Komkujiya Sêwasê 2’yê Tîrmehê de Meclîsa Gel a Dêrsimê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyeke çapemeniyê da. Pîrên Elewiyan dûa xwendin û mûm hatin pêxistin.
Di 22. salvegera Komkujiya Sêwasê 2’yê Tîrmehê de Meclîsa Gel a Dêrsimê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyeke çapemeniyê da. Pîrên Elewiyan dûa xwendin û mûm hatin pêxistin.
Di 22. salvegera Komkujiya Sêwasê 2’yê Tîrmehê de Meclîsa Gel a Dêrsimê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyeke çapemeniyê da. Pîrên Elewiyan dûa xwendin û find hatin pêxistin.
Meclîsa Gel a Dêrsimê, di 22. salvegera Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê de li Kolana Sanat hatin gel hev û heta Qada Seyîd Riza meşek li dar xistin.
Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl, Pêkhateyên Meclîsa Gel û girse beşdarî bûn. Girseya li Qada Seyîd Riza hat gel hev deqeyek rêzgirtin pêk anî.
Paşê li ser navê Meclîsa Gel a Dêrsmê Parêzer Fatma Kalsen daxuyanî xwend. Kalsen da xuyakirin ku di 3-4’ê Tîrmeha 1980’î de li Çorûmê, dîsa weke li Sêwasê Elewî rastî komkujiyê hatin û di vê dema nêz de li Kobanê jî 232 mirovên bê guneh hatine qetilkirin.
Kalsen diyar kir ku çawa rola dewletê ya di komkujiya beriya niha 22 salan derxistine holê, pêşî li komkujiyê negirtine, berpirsyarên payebilind ên mudaxale nekirine dernexistine pêşiya dadgehê û wiha got, “Destê tarî yê dewletê derxistine hole. Eger di aliyê dewletê de doza Sêwasê hatibe girtin jî, doza Sêwasê hîna destpê nekiriye û berpirsyaran hê hesabê xwe nedaye.”
Kalsen anî ziman ku, Dêrsim dane jibîrkirin komkujiya Mereş û Çorûmê pêk anîne, Mereş û Çorûm dane jibîrkirin komkujiyên Sêwas û Gazî pêk anîne. Kalsen diyar kir ku di 22. salvegera bîranîna Komkujiya Madimakê de zîhniyeta komkujiyan dike şermezar dikin.”
Piştî axaftina parêzer Fatma Kalsen, pîrên Elewiyan li Qada Seyîd Riza dûa kirin, kilam gotin. Welatiyên ku tevlî meşê bûne, li ber peykerê Seyîd Rıza find pêxistin û çalakî bi dawî bû.