Ji YCR’ê banga ‘Werin em xwedî li Rojava û şoreşê derkevin’

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bang li hemû ciwanan kir ku tevlî pêngava “Li Rojava xwedî derkeve” bibin û got: “Werin em xwedî li Rojava û şoreşê derkevin. Werin em refên şoreşê bi hêz bikin û jiyana azad û bi rûmet dest bi dest ava bikin.”

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bang li hemû ciwanan kir ku tevlî pêngava “Li Rojava xwedî derkeve” bibin û got: “Werin em xwedî li Rojava û şoreşê derkevin. Werin em refên şoreşê bi hêz bikin û jiyana azad û bi rûmet dest bi dest ava bikin.”

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) der barê pêngava “Li Rojava xwedî derkeve” ku demek beriya niha dabû destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Şoreşa Rojava dîroka mirovahiyê ji nû ve dinivîse. Ev şoreş bûye şoreşa sedsalê. Di rastiyê de şoreşa ku mirovahiyê 5000 sal xeyal dikir ji bo azadî û demokrasiyê îro di şexsê Rojavayê Kurdistanê de pêk tê. Şoreşa Rojava çarenûsa trajedî ya gelê Kurd guhert. Çiyayê Kizwana, Mebrûka, Silûk, Girê Sipî, Eyn Îsa û hwd… Dîrokeke nû ku bi azadiya gelên Kurdistanî tacîdar û temsîl dike. Şoreşa Rojava di vê qonaxa dîrokî de, di kêliyên krîtîk re derbas dibe; Hêzên dagirker bi awayekî hovane êrîş ser êrîşê tînin ser vê şoreşê; Armanc ew e, vemirandina çira azadiyê û qutkirina hêviyên gelan di avakirina jiyanekî azad û demokrat de ye. Ji bo vê yekê DAIŞ bi her awayî destek kirin; Propagandayekî reş ji bo reşkirina şoreşa Rojava û xurtkirina DAIŞ dan destpê kirin. Dema dîtin ku DAIŞ nikare biserkeve, îro Rojava tehdîd dikin bi destwerdanekî yekser, piştî destwerdana neyekser bi destekirina DAIŞ re. Daxuyanî jî dan ku ew ti mafê Kurdan li Rojava qebûl nakin. Bê guman, gelên Kurdistanî bi hemû pêkhateyên xwe helwesta xwe di şexsê Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ de diyar kiriye. Û ji ber ku şoreş ciwantiyeke bê dawî û bê sînor e, erka parastina şoreşa Rojava dikeve ser mile ciwanan. Ciwantî ruh, coş, moral, hêz, enerjiya bê dawî û bedewbûna jiyanê ye. Şoreşa Rojava dîroka azadiya ciwanan da nivîsandin. Ji ber vê yekê ciwan pêwîst e bi ruhê seferberiyê parastina azadiya xwe di şoreşa Rojava de bikin.

Li ser vî esasî me wekî Yekîtiya Ciwanên Rojava pêngavek bi navê “Li ROJAVA XWEDÎ DERKEVE” “Li Axa xwe, Welatê xwe, Artêşa xwe û Şoreşa xwe” da destpê kirin. Li Rojava xwedî derketin, li ciwantiya xwe xwedî derketin e. Li azadî û nirxên mirovahiyê xwedî derketin e. Ji ber vê yekê ji tevahî cîhanê ciwan beşdarî refên şoreşê dibin û bi qehremanî şehîd dikevin, mîna şehîd Gelhat Rûmet ê Amerîkî û şehîd Bagok Serhed ê Awûstralyayî. Xwedîderketina li Rojava, tê wateya ku destpêkê li xwe, li hebûn û rûmeta xwe xwedî derkeve. Ji bo vê yekê wekî Y.C.R çalakiyên cur bi cur em li dar dixin. Civînên girseyî ji bo ciwanan li dar dixin, sînevîzyonên taybet pêşkêş dikin, belavokan belav dikin. Heya hin nuqte li eniyê ji 7 heya 10 rojan tên girtin. Pêwîst e tevahî ciwan xwe xwediyê van destketiyan bibînin û beşdarî vê pêvajoya dîrokî bibin.

Şoreşa Rojava nasnameya ciwantiya azad û watedar e. Ciwan tenê layîqî azadiyê ne. Lewma, her ciwanek pêwîst e ji bo azadiyê tevbigere. Pêngava “LI ROJAVA XWEDÎ DERKEVE” misogerkirina serketina şoreşa Rojava ye. Pêngava parastina destketiyên şoreşa sedsal û dîrokê ye. Lewma, tevahî ciwan li beramberî vê pêngavê xwedî erkeke dîrokî ne. Dîrok bi destê ciwanan pêwîst e were nivîsandin, ev jî bi xwedîderketina ciwanan pêk tê. Di Kurdistanê de şoreş herikandina jiyanê ye, lewma Rêber APO dibêje: “Di Kurdistanê de bê şoreş jiyan nameşe.” Di rastiyê de “LI ROJAVA XWEDÎ DERKEVE” bangawaziya xwedîderketina li jiyanê ye. Şoreşa Rojava tê wateya jiyan parastinê. Lewma, beşdarbûna refên şoreşê di bingeh de biryardariya ji bo jiyanê ye. Werin em li axa xwe, welatê xwe, artêşa xwe û şoreşa xwe xwedî derkevin. Werin em refên şoreşê bi hêz bikin, jiyana azad û bi rumet dest bi dest ava bikin. Werin em xwedî li xwîna şehîdan derkevin bi xwedîderketina li Rojava. Werin em bi hev re li jiyan û ciwantiya xwe xwedî derkevin bi beşdarbûna pêngava “LI ROJAVA XWEDÎ DERKEVE” re.