Li Dêrsimê di navbera leşkeran de pevçûn

Li navçeya Pilemûr a Dêrsimê ji du leşkerên li Boluka Komando ya Herêmî ya Şevînî pev çûn, yek bi kêrê bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Pilemûr a Dêrsimê ji du leşkerên li Boluka Komando ya Herêmî ya Şevînî pev çûn, yek bi kêrê bi giranî birîndar bû.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, ji ber sedemeke nehat zanîn di navbera du leşkeran de nîqaş derket. Leşkerekî yê din kêr kir. Leşkerê hat kêrkirin piştî mudaxeleya yekemîn a Navenda Tenduristiya Civakî ya Pilemûr bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Mencumek a Erzîncanê hat kirin.

Hat ragihandin ku rewşa leşkerê birîndar giran e û têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.