Cenazeyê Şervanê YPG'ê Encu li Şehîdgeha Roboskî hat definkirin

Cenazeya Şervanê YPG’ê Cemîl Encu yê li gundê Berxbotan ê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Roboskî bi girseyî hat definkirin. Dayika Encu Vesîle Yilmaz diyar kir ku ew dixwaze kurê wê bibe şehîdê dawî.

Cenazeya Şervanê YPG’ê Cemîl Encu yê li gundê Berxbotan ê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Roboskî bi girseyî hat definkirin. Dayika Encu Vesîle Yilmaz diyar kir ku ew dixwaze kurê wê bibe şehîdê dawî.

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Cemîl Encu (Haydar Goyî) yê ji li gundê Berxbotan ê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da anîn Kobanê. Cenazeyê Encu piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî hat wergirtin û anîn Kobanê. Konvoya cenazeyê Encu li ser rêya gundê Roboskî bi tîlîliyan hat pêşwazîkirin. Piştî konvoya cenaze gihişt Roboskî, darbesta Encu ji aliyê ciwanan ve hat hilgirtin û ber bi Şehîdgeha Roboskî ve birin. Hevserokên DBP’ê û HDP’ê yên Şirnexê û navçeyên vê, Hevşarederên Qilabanê, şaxa MEYA-DER’ê, malbatên Roboskî û gelek saziyên sivîl û bi hezaran kes tevlî meşe bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YPG’ê Cemîl Encu, alên PKK, HPG, YJA-STAR û YPG/YPJ hatin vekirin û dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ” û “Kujer dewlet wê hesabê bide" hat berzkirin.

Piştî meşê cenazeyê Encu li goristanê hat definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û Hevserokê Şaxa MEYA-DER’ê yê Şirnexê Mele Halît Gungen axivî û diyar kir ku di Qurana pîroz de dibêje zilmê nekin, qetlîamê nekin lê Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê dest diavêje Qurana pîroz û minafiqiyê dikin.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Şirnexê Salîh Gulenç jî diyar kir ku îro Kurdistan ne xemgîn e, îro şahiya Haydar Goyî ye û wiha axivî: “Gelê Kurd bi saya şehîdan îro gav bi gav ber bi azadiyê ve diçin. Di sedsala 21'emîn de li Rojhilata Navîn birdozî û felsefeya Rêber Apo bi ser dikeve. Ji ber ku birdozî û felsefeya Rêber Apo xizmetê ji mirovatiyê re dike. Lê kesên şirîkên çeteyên DAIŞ’ê dikin terorist in ji wan yêk jî hikûmeta AKP’ê ye. Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd Komara Tirkiyeyê ewqas tengav kir ku hikûmeta AKP’ê xwe avêt ber lingê Rêber Apo. Heke felsefe û birdozî ya Rêber Apo neba wan wê bi terorîstan re zarokê, bav û kalên me qetil kiribana."

Gulenç bal kişand ser tecrida li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Gelê Kurd ji aliyê siyasî ve di 7’ê Hezîranê de biryara xwe da. Tevgera me PKK’ê HPG’ê û YPG’ê li Kobanê rizgarbûna Girê Spî, taca zêrîn danî ser serketina 7’ê Hezîranê. Lê kesên xêrnexwaz ev serketina   neecibandin. Li Kurdistanê taybetî herema Qilabanê dixwazin dîsa dest bi provokasyonan bikin û komkujiyên weke Roboskî dubare bikin. Komara Tirkiye ji aliyê komkujiyan ve pir têr û tijî ye."

Dayika Şervanê YPG’ê Encu Vesîle Yilmaz jî diyar kir ku bila kure wê şehîdê dawî be û wiha axivî: “Şehîdê min şehîde Kurdistanê ye. Ez azadi û aştiyê dixwazîm. Bila Heydarê min bibe şehîde dawî û bibe sedama aştiyê û azadiya Rêber Apo û Kurdistanê. Şehid namirin”

Birayê Encu Nîzar Encu ji spasiyên xwe ji kesên tevlî merasîma cenaze bûn kir û sersaxî ji hemû gelê Kurd re xwest.

Piştî axaftinan girse bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Serok Apo” ber bi kona sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG’ê Cemîl Encu hat vedan ve çûn.