Li Bîsmîlê 2 kes hatin girtin

Li Bîsmîlê 2 kesên ku duh di kontrola rê de hatin binçavkirin bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Li Bîsmîlê 2 kesên ku duh di kontrola rê de hatin binçavkirin bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Li navçeya Amed Bîsmîlê, duh li ser rêya bejayî leşkeran wesayît rawestandin û kontrol kirin. Di encama kontrola rê de ciwanên bi navê Azad Yikar (23) û Kenan Turgay (28) hatin binçavkirin û piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a navçeyê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê piştî îfadeyan bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" biryara girtina Yikar û Turgay da.