"Zîlan temsîliyeta xeta fedaîtiyê ye"
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê Zîlan di 19. salvegera çalakiya xwe ya fedaî de, bi meresîmeke leşkerî hate bi bîranîn.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê Zîlan di 19. salvegera çalakiya xwe ya fedaî de, bi meresîmeke leşkerî hate bi bîranîn.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlaya PKK'ê Zîlan(Zeyneb Kınaci), bi beşdariya fermandarên YJA Star, HPG û bi dehan gerîlayan bi meresîmeke leşkerî hate bîranîn. Meresîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Di meresîmê de ji fermandarên YJA Star Hemrîn Dêrsim, Peyman Bagok, Sodar Mêrdîn, Reyhan Serhad û ji fermandarên HPG'ê Seykvan Çelê û Dijwar Pasûr amadebun.
Fermandara YJA Starê Hemrîn Dêrsim di meresîmê de axivî û wiha got; "Zîlan bi çalakiya xwe xeta azadiya jinê û xeta fedai ya APO yî gîhand lûtkeyan û ji bo jinên Kurd bu sembola tîkoşînê."
Dêrsim, axaftina xwe wiha berdewam kir; "Tekoşîna me îro ketiye qonaxekî nû, asta tevgera me xwe gihandiye, îlhama xwe ji ruhê Zîlanan, Sema û Gulanan digire. Eger îro hêzên dijber û bi taybet dewleta Tirkiyê xwe li ber serketina gelê me ya Bakur û Rojava ranagire û di her firesendê de êrîş dike û bi sernakeve, bingeha xwe ji ruhê fedaî û vîna azad a Zîlanan ava kiriye tê. Çeteyên DAIŞ'ê bi destka hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê me yê Kobanê Komkujî pêk anî. Bi van komkujiyan dixwazin destketiyên gelê li Rojava têk bibin. Wê gelê me hesabê vê komkujiya hovane, ji dijminê mirovahiyê bipirsê û tola şehîdan rake."
Fermandara YJA Starê Hemrîn Dêrsim bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; "Em weke hevrê Zîlan, Arîn, Gelhat, û hemû şehîdên Kurdistanê dibêjin ku heta em şoreşa Kurdistanê misoger nekin, Rêberê xwe û gelê xwe azad nekin wê têkoşîna me bi ruhê Zîlanan dewam bike."