YPG/YPJ'ê li Hesekê li dijî çeteyan operasyon pêk anîn
Şervanên YPG/YPJ'ê li Hesekê li dijî çeteyan operasyon pêk anîn. Di encama operasyoNê de taxa Ezîziyê û 2 gundên li rojhilatê wê bi temamî ji çeteyan paqij kirine.
Şervanên YPG/YPJ'ê li Hesekê li dijî çeteyan operasyon pêk anîn. Di encama operasyoNê de taxa Ezîziyê û 2 gundên li rojhilatê wê bi temamî ji çeteyan paqij kirine.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Hêzên me li Hesekê şevê din li hemberî taxa Ezîziyê û gundên li rojhilatê vê taxê operasyonek lidar xistin.
Hêzên me komên çeteyan ji taxê avêtin û tax paqij kirin. Di çarçoveya heman operasyonê de hêzên me gundên Marûf û Hamra yên ku li rojhilatê taxa Ezîziyê jî azad kirin. Hêzên me dîsa Meknenit Zîraa, çerxa rêya Xezil û sûka Zîraî (Meknenît Zîraa), Fabrîqeya Xezîl û çerxerêya stratejîk ji çeteyan paqij kirine.
Di encama vê operasyonê de hêzên me taxa Ezîziyê li gel gundên li rojavayê wê bi temamî ji çeteyan paqij kiriye û serweriya xwe pêk aniye. Der barê berfirehiya operasyonê de wê piştre agahî bi raya giştî re bêne parvekirin."