Leşkerên Tirk bi tekbîran êrîşî gelê Roboskî kirin

Şêniyên Roboskî yên li dijî sewqîyata leşkerî derketin, rastî êrîşa leşkerên Tirk a bi bombeyên gazê hatin. Leşkeran tekbîr anîn û êrîşî Roboskiyan kirin. Leşkerên ku êrîşî welatiyan kirin 3 zarok binçav kirin.

Şêniyên Roboskî yên li dijî sewqîyata leşkerî derketin, rastî êrîşa  leşkerên Tirk a bi bombeyên gazê hatin. Leşkeran tekbîr anîn û êrîşî Roboskiyan kirin. Leşkerên ku êrîşî welatiyan kirin 3 zarok binçav kirin. 

Welatiyên Roboskiyê yên dewletê 28'ê Kanûna 2011'an bi balafirên şer 34 welatî qetil kirin, niha jî rastî êrîşa bombeyên gazê yên leşkerên Tirk hatin. Welatiyên Roboskî bi boneya sewqîyata leşkerî şermezar bikin derketin ser rê û çalakî pêk anîn. Li dijî vê çalakiyê leşkeran bi tekbîr û bombeyên gazê êrîşî welatiyan kirin. Leşker ketin nava gund û bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kirin. Leşkeran hem bi çekan û hem jî bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kir û li nava gund teror ava kir. Leşkeran li nava gund ketober bombeyên gazê bikar anîn û gule li derdorê reşandin. Leşkerên ku çek bikar anîn neheqî û çêr li welatiyan kirin. Di êrîşa leşkeran de Bedrî Encu bi çeka leşkeran ji piyê xwe birîndar bû. Welatiyan Encu bi maşînê rakirin nexweşxaneya dewletê ya Qilabanê. Ji ber êrîşa leşkeran maşîneyekê qeza derbas kir û dayika bi navê Sakîne Encu birîndar bû. Sakîne Encu bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê. Leşkerên ku êrîşî welatiyan kirin di nava gund de 3 zarok binçav kirin. 

Leşkeran S.Encu (14), Y. Encu (13) û S. Encu (13) binçav kirin û bi maşîneyên zirxî birin derxistin dervê gund. Nûçegihanê me yê nûçe dişopandin jî rastî gef û neheqiyên leşkeran hat. 

Piştî mudaxeleya leşkeran gund vegeriya dojehê. Ji ber bombeyên gazê li derdorê şewat derket.