Guler ê li Kobanê hat qetilkirin spartin axê
Mahmût Guler ê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Bêrecûkê spartin axê.

Cenazeyê Mahmût Guler ê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Hezîranê li hember Kobanê de jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Riha anîn Bêrecûkê. Cenazeyê Guler ê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê hat rawestandin di nav de rêveberên HDP û DBP’ê ku hebûn ji aliyê girseyeke qerebalix ve hat wergirtin.
Cenazeyê Guler heta Goristana Malbatê ya Karşiyaka li ser milan anîn û paşê hat defnkirin.