Polîsan li Nisêbînê êrîşî girseya cenaze kir

Girseya ku cenazeyê şervana YPJ'ê Hacire Elmas (Raperîn Eylem) a li Kobanê jiyana xwe ji dest da defin kir, piştî ji ser goristanê vegeriya, rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir û pevçûn li kolanên Nisêbînê belav bû.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Hacire Elmas (Raperîn Eylem) a di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê de jiyana xwe ji dest da, bi girseyî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat definkirin.

Girseya ku li Goristana Heciyan cenaze defin kir û ji ser goristanê vegeriya, rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan li Taxa Zeynel Abidin û Kişlayê bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir û di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Bi mudaxaleya polîsan re pevçûna di navbera polîs û ciwanan de li nava kolan û taxan berdewam dike.