Kalkan: Erdogan û AKP Tirkiyeyê ber bi karesatê ve dibin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan komkujiya li Kobanê nirxand û got, "Gotinên dijminane yên Erdogan ên li hemberî Kurdan û polîtîkaya Rojhilata Navîn, wê Tirkiyeyê bixe nava karesateke mezin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan komkujiya li Kobanê nirxand û got, "Gotinên dijminane yên Erdogan ên li hemberî Kurdan û polîtîkaya Rojhilata Navîn, wê Tirkiyeyê bixe nava karesateke mezin. Ji rewşa Osmanî kete navê girant, wê encaman bi xwe re bîne."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, di bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE de bersiv da pirsê rojnamevan Ersîn Çelîk.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de got, "Di salvegera 19. a şehadeta wê de hevrê Zîlan û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim. Em soza xwe ya bi ser xistina armancên wan, dubare dikin."

Kalkan da xuyakirin ku li Kurdistanê hem faşîzm hem jî qirkirin heye û got, "Hêzên qirkirinê yên faşîst rola xwe dilîzin. Ya dikeve ser milê me jî, fêmkirina vê qirkirina faşîst û di xeta Zîlan de têkoşîna li hemberî faşîzm û qirkirinê ye."

Kalkan da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Sûriyeyê têkoşîneke mezin a rizgarî û azadiyê tê meşandin û bal kişand ser cihêrengî û rewşa demokratîk a rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê; "Rêveberiya hatiye avakirin li pêş çavan e. Di nava yên têdikoş in de ciwanên Ereb, Suryanî, Ermenî hene. Ji çar aliyên cîhanê ji Amerîka, Awûstûrya, Elmanya, Îngilîstanê ciwanên leheng hene ku beşdar bûne. Mirovên dildarên jiyana azad, mirovên wêrek û fedekar li holê ne."

'NE JI SERKETINÊN ROJAVA Û HDP'Ê BÛYA WÊ AKP'Ê DEST BI ÊRÎŞA TOPYEKÛN A ŞERÊ TAYBET BIKIRA'

Kalkan da xuyakirin ku eger serketinên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê bi dest neketibûna, eger di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê bend derbas nekiribûya, wê AKP bi têkiliya bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re, dest bi êrîşa şerê taybet ê topyekûn bikira, ku ibryara vê di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an de hatibû girtin. 

Kalkan destnîşan kir ku ev êrîş beriya her tiştî wê li hemberî Rojava bihata kirin û got, "Em vê baş dizanin. Lewma bi ser neketin, niha nikarin bikin."

REJÎMA QIRKIRINA ÇANDÎ

Kalkan diyar kir ku ev xeterî hînê bi dawî nebûye û anî ziman ku niha hewl tê dayîn vê yekê bi provokasyonan û komployan bikin. Kalkan da xuyakirin ku bi polîtîkaya dijminatiya li Kurdan rêveberiya Tirkiye nikare bigihêje ti cihî û got, "Helwesta heyî ne nelwesta AKP'ê ye, helwesta dewleta TC ye. AKP, CHP û MHP li dijî Kurdan tên heman nuqteyê: Dijminatiya li Kurdan. Em ji vê re dibêjin qirkirina çandî. Stratejiya heyî ya dewletê li ser vê hatiye rûniştandin. Neçar e ev stratejî bê guhertin. Ev stratejî faşîst e û qirkirina çandî ye. Mafê jiyanê nade ti çand û zimanan. Ji her tiştî re dibêje tuyê bibe Tirk. Tê xwestin ku mozaîka çand û zimanan Anatolî û Mezopotamya mehkûmî yek ziman, yek çandê bê kirin. Vê yekê di herikîna dîrokê de rê li ber şerên mezin vekir, niha jî rê li ber şer vedike. Rê li ber komkujiyên mezin vekir, niha jî rê li ber vedike."

Kalkan ragihand ku divê encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê rast werin xwendin û anî ziman ku civata Tirkiyeyê vê naxwaze. Kalkan diyar kir ku 3 partiyên vê dixwazin winda kirin, HDP a ev rewş anî ser ziman di hilbijartinan de bi ser ket û destnîşan kir ku bi vê yekê re diyare Tirkiye dixwaze berê xwe bide azadî û demokrasiyê.

'NÊZÎKATIYA ERDOGAN WÊ TIRKIYEYÊ BER BI KARESATÊ VE BIBE'

Kalkan ev xal destnîşan kir: 

"Eger nêzîkatiya Serokkomar Tayyîp Erdogan a 'çi dibe bila bibe em ê qebûl nekin' dewam bike, ev yek wê Tirkiyeyê bixe nava karesatekê. Gotinên Tayyîp Erdogan ên neyartiyê li Kurdan dikin, wê ji bo Tirkiyeyê encamên xwe ji rewşa Osmanî ketiyê, girantir be. Xwe dişibîne Abdulhamîd. Me dît ku polîtîkayên Abdulhamî Osmanî ber bi ku ve bir. Dixwazin vê yekê cara duyemîn bidin jiyîn. Vê yekê bi xeta faşîst, yekparêz û dîktatoryal dikin.

'DE JI WAN TÊ BILA DESTÊ XWE LI ROJAVA RAKIN!'

Gefxwarina li Rojava ne karekî hêsan e. Li pişt Rojava Bakur heye, 30 mîlyon Kurdên li her çar aliyên Tirkiyeyê belav bûne hene. De ji wan tê bila destê xwe rakin! Êdî Kurd zane û rêxistinbûyî ne. Em naxwazin bi vî rengî be, ji bo vê jî me sebir kir. Sebra Rêber Apo hezar qatî sebra Eyup jî derbas kir. Gel ev 17 sal in li hemberî zilma li Îmraliyê sebir kir. Ji bo aştî pêk were, ji bo çareseriya demokratîk pêk were, ji bo pirsgirêk bi şer çareser nebe, sebir kir. Lê bila kes nebêje Kurdan ev qebûl kirin, Kurd qels in, ji ber ku tiştekî ji destê wan bihata tinebû ev qebûl kirin. Na, bi tenê ji bo aştî, demokrasî û jiyana hevpar, bi vî rengî tevgeriyan. Ji ber ku Rêber Apo ev dixwest, bi vî rengî tev geriyan. Sê meh in hevdîtin nayê kirin, bi her awayî zext, tecrîd û tepisandin heye, çar sal in parêzer nikarin hevdîtinê bikin, hevdîtina bi malbatê re tê astengkirin. Rewş çi, jiyana wî di kîjan rewşê de ye nayê zanîn. Vîna gel li wir e. Hikûmeta AKP'ê, dewleta TC ji wan heye ku gel vê rewşê qebûl dike. Bi awayekî zelal dibêjin: Wê bikevin nava karesatê."

'KOBANÊ BI RÛMETDARÎ, BI SERBILINDÎ RÊYA RAST NÎŞANÎ MIROVAHIYÊ DIDE'

Kalkan da xuyakirin ku ji bo Tirkiyeyê dem dema nîqaşê û xwe gihandina rastiyê ye û got, "Dem ew dem e ku Tirkiye xwe ji vê polîtîka û zîhniyeta teng, faşîst û dîktator rizgar bike. Hilbijartinên 7'ê Hezîranê ev yek nîşanî her kesî da. Di rewşeke bi vî rengî de dewamkirina helwesta berê tê wê wateyê ku tiştek ji bûyeran nehatiye fêmkirin. Xwe gelekî bi aqil û zane dibînin, lê belê derdikeve holê ku ji bûyer û qewimînan tiştek fêm nekirine. Di vê mijarê de Kobanê gelekî qels dibînin. Her hal weke nuqteyeke êrîşê bi kar tînin. Pêwîste gelê Kobanê vê jî baş bibîne. Pêşengiya ji berxwedanê re ne nebaş e. Hinekî zehmet e, êşa wê mezin e, lê belê bi lehengî ye bi egîdî ye. Vîna tevahiya Kurdan li wir kom dibe, berxwedana li wir helwest û vîna Kurdan temsîl dike. Lewma jin û mêrên Kobanê ev lehengî nîşan dan. Em hemûyan silav dikin. Pêwîste zanibin ku ew rûmeta mirovahiyê temsîl dikin. Ev ji her tiştî bêhtir serbilindî ye. Dibe ku tî bin, birçî bin, di nava xwînê de bin, lê belê rûmeta wan têra wan dike. Vaye wê bi dest dixin. Bi rûmetdarî, bi serbilindî rêya rast nîşanî mirovahiyê didin."

'DIVÊ RÊVEBERIYA TC HELWESTA XWE SERERAST BIKE'

Kalkan destnîşan kir ku divê rêveberiya Komara Tirkiyeyê dest ji gefan berde, helwesta xwe zelal bike û ev nirxandin kir:

"Bi taybetî di têgihiştina Tirkiyeyê de girîng e sererastkirinek çêbibe. Bi rewşa heyî re Tirkiye dijberiya Kurdan dike. Ji bo çar parçeyên Kurdistanê ev yek derbasdar e. Di nîqaşan de tê gotin, 'Çima dostê Kurdê Başûr e, lê dijminê Kurdê Rojava ye! Kî dostê Kurdê Başûr e? TC dostê Kurdê Başûr e? Dibe ku PDK û AKP dostê hev bin. Lê belê rejîmeke ewçend neyartiyê li Kurdan dike, gelo dikare bibe gelê Başûr ê ji bo Kurdayetiyê ewçend têkoşiya ye, bibe dost? Jê were wê yekser bifetisîne, birçî bihêle. Gelek caran bi girtina sînor re hewl neda gelê li Başûr birçî bihêle? Ji bîrkirina van xiyanet e. Qet ne bawerim ku gelê Başûr ev ji bîr kiribe."

'MERCÊN HEYÎ YÊN RÊBER APO LÊ TÊ RAGIRTIN, NABE ÊDÎ DEWAM BIKIN'

Kalkan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Rêber Apo xizmetê ji gel re dike. Ne tenê ji Kurdan re ji hemû civatên Tirkiyeyê re xizmetê dike. Yekîtiya demokratîk a Rojhilata Navîn diparêze. Lewma nabe ku Rêber Apo di nava şert û mercên heyî de bê ragirtin."