Li Hesekê zêdeyî 40 çete hatin kuştin

Li Hesekê û derdora wê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin. Di encama operasyonên şoreşgerî yên YPG/YPJ'ê de zêdeyî 40 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, hêzên YPG/YPJ'ê li hemberî El Şiyuk a li ser rêya Ebyadê operasyoneke şoreşgerî pêk anîn. Di dema operasyonê de şer derket. Di encama şer de wesayîteke doçka 23.5 li ser hat rûxandin û herî kêm 20 çete hatin uştin.

 

Li herêma Xezilê jî hêzên YPG/YPJ'ê bi pêş ve diçin. Li qada Vilati Sor 2 tank hatin rûxandin. Li vê qadê jî 20 çete hatin kuştin û cenazeyên wan ketin destê YPG/YPJ'ê.