Rênas: Pêwîst e gelê Rojhilatê Kurdistan li sînor nobeta azadiyê bigire

Hevseroka PJAK’ê Evîndar Rênas bangên girîng li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku xwedî li destketiyên Rojava derkevin û nehêlin dewleta Îranê DAIŞ’ê di axa Rojhilat re derbasî Bakurê Kurdistanê bike.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Evîndar Rênas Komkujiya Kobanê Ji ANF’ê re nirxand. Evîndar Rênas hem hişyarî hem jî bangên girîng li gelê Rojhilat kir ku xwedî li destketiyên Rojava derkevin û nehêlin dewleta Îranê DAIŞ’ê di axa Rojhilat re derbasî Bakurê Kurdistanê bike. 

Evîndar Rênas komkujiya Kobanê şermezar û lanet kir, şehîdên komkujiyê bibîr anî, sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û şifaya lezgîn ji birîndaran re xwest.

‘KOMKUJIYA LI KOBANÊ PÊK ANÎN JÎ TIJÎ PEYAMÊN SIYASÎ BÛN’

Evîndar Rênas daxuyakirin kirin ku ji destpêkirina şoreşa Rojava heya niha êîişên wer hovane têne kirin û wiha berdewam kir, “ Ji dema ku Kurd li Rojavayê Kurdıstanê bûn xwedî statu û xwestin çarenûsa xwe diyar bikin heya niha rastî her cure êrîşên hovane hatin û komkujiya Kobanê jî beşeke girîng a van êrîşan bû. Armanca êrîşan tev ev e ku Kurd li herêmê de nebin xwedî statuyeke azad û demokratîk.  Komkujiya ku li Kobanî pêk anîn jî tijî peyamên siyasî bûn.”

Evîndar Rênas da zanîn ku êrîşa herî dawî li hember Kobanê pêk hat li dijî Sûriyeyeke demokratîk bû û wiha domand, “Tam jî di dema ku êdî gelê Kurd ber bi demokratîzekirin û azadkirina Sûriyeyeke demokratîk ve gavên stratejîk diavêtin pêkhatina vê êrîşê manîdar e. Gelê Kurd tam jî bi azadkirina Grê Spî (Tel Ebyed) re gavên destpêkê yên neteweya demokratîk diavêtin û dixwestin vê pergala demokratîk bigihînin tevahî gelên Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê ji bin dagirkeriya çeteyan rizgar bikin. Ev pêngava azadkirina gelên Sûriyeyê wek gelên Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî û hwd. hêzên dagirkerên Kurdistanê xiste nava tirs û telaşekê.”

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ XETA SÊYEMÎN A GELÊ KURD PÊŞ DIKEVIN’

Rênas her wiha destnîşan kir ku xeta sêyemîn a gelê Kurd li herêmê temsîl dikin û pêş dixin astengiyeke herî mezin li pêş projeyên navneteweyî û herêmî çêdike û wiha got, “Pergala gelê Kurd li tevahî herêmê pêş dixe astengî ji planên wan ên dagirkirinê re çêdike û tevgera azadiya Kurd ji bo weke gefeke herî mezin dibînin. Ya rastî êrîş li dijî xeta sêyemîn a gelê Kurd pêş dikevin. Ji ber îro pevçûna sê xetan a li herêmê heye. Pevçûn di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst, hêzên dewlet-netewe ango statukoparêz ên herêmê û xeta serbixwe û azad ya gelê Kurd de ye.”

‘DI NAVA REFÊN BERXWEDANÊ DE TENÊ ŞERVANÊN KURD NÎNE’

Evîndar da zanîn ku berxwedana li Rojava her çend li ser axa Kurdistanê û di pêşengiya şervanên Kurd de çêdibe jî lê, ji her devereke cîhanê şervanên azadîxwaz têde cih digirin û wiha axivî, “Xeta gelê Kurd diyar kir û berxwedana di pêşengiya Kurdan de li herêmê weke xeta sêyemîn pêş dikeve tenê ji bo gelê Kurd nînbû, xeta berxwedana gelên azadîxwaz e. Di pêşengiya gelê Kurd ê azadîxwaz de eniya demokratîk a gelan li dijî her cure dagirkeriyê li ber xwe dide. Di nava refên berxwedanê de tenê şervanên Kurd nîne em temaşe dikin şervanên ji Brîtanya, Amerîka, Elmanya, Hollanda, Awûstralya, Ereb, Tirk, Fars, Asûrî-Suryanî hebûn heta gelek ji van rêhevalan ji bo ev xet ser bikeve canê xwe feda kirin û gihiştin şahadetê. Ev berxwedan, berxwedana xeta azadiyê li hember dagirkeriyê bû. Ev êrîşa li hember Kobanê pêş ket êrîşek li hember alternatîfa xeta demokratîk a gelan bû.”

‘EV KOMKUJÎ NIKARE GAV BI GELÊ KURD PAŞDE BIDE AVÊTIN’

Rênas bi berdewamî anî ziman ku heya niha ti komkujî û êrîş nikare îradeya gelê Kurd bişikîne, berevajiyê wê hêrsa wê mezin kiriye û wiha dewam kir, “Gelê Kurd şahidiya gelek komkujî, erîş û hovîtiyan kiriye di dîrokê de. Di gelek komkujiyan re derbas bû lê, ti carî hêza xwe ya berxwedanê û baweriya xwe ya bi rojek azad ji dest neda. Berevajiyê wê êşên wê çend giran bû ewqasî hêrsa wê zêde bûye û tolgirtina wan jî mezin bûye. Heya niha ti carî êriş nikarin îradeya gelê me bişkîne berevajiyê wê ancax karin hêrsa wê mezin bike û hêrsa wê veguhertiye têkoşîneke berztir. Me herî dawî di mînaka Mahabadê ev dît ku li hember hewldana destdirêjiya dewletê li ser keçeke Kurd gelê me çawa helwesteke bi rûmet raber kir. Li Amedê xwestin komkujî bikin gelê me di derdora partiya xwe ji her demê zêdetir civiya û AKP têk birin.” 

‘GELÊ KURD ÊDÎ BIRYARA XWE YA AZADIYÊ DAYE’

Rênas diyar kir ku wê gelê Kurd ji her demê zêdetir xwedî li destketiyên xwe derkeve û wiha got, “Em bawer dikin ku gelê Kurd çawa ji bo rizgariya Kobanê ji hêzên hov û dagirker çêbibe li ber xwe da, îradeyeke berz raber kir û li derdora gelê Kobanê kom bû wê dîsa jî li derdora Kobanê û destketiyên Rojavayê Kurdistanê de kom bibin û mil bidin milê hev û di piştevaniyê de texsîrê neke. Her beşeke Kurdistanê ku rastî êrîşê hat, gelê Kurd bi ruhekî fedayî xwedî lê derket û tenê nehişt. Wê ne tevgera gelê Kurd a azadîxwaz ne jî gelê Kurd li hember her cure êrîşan gav paşde neavêje û wê bike sedema berxwedanê û  wesîleya  serketinên mezintir. Ev şereke taybet a dîlgirtina gelan e lê, gelê Kurd ti carî teslîmbûnê ne pejirandiye. Gelê Kurd êdî biryara xwe ya azadiyê daye ji lewma ne pêkane ku bi ti awayî gav paşde biavêje û ti komkujî jî nikare pêşî li daxwazên jiyaneke azad a gelan bigire. Ev sed sal ango serdem serdema çarenûsa xwe diyarkirina gelan e û ji derveyî vê ti rêyeke din a derketinê nîne. Yan wê zîhniyeta DAIŞ a hovîtiyê dike, çanda modernîteya kapîtalîst a civakê ji hev dixe û exlaqê têk dibe li ser herêmê serwer bibe.”

‘PEYAMA SEROK KOMARÊ TIRK ERDOGAN PEYAMA KOMKUJIYÊN NÛ YE’

Rênas bal kişand ser hevkariya AKP û DAIŞ’ê û her wiha anî ziman ku Erdogan peyama komkujiyên nû daye û wiha berdewamî bi axaftina xwe anî, “Hêzên desthilatdar ji ber li Kurdistanê winda kirin ji lewma dibe serî li her cure hovîtiyê û komkujiyan jî bidin. Mînaka vê ya herî pêşçav helwesta hikûmeta AKP’ê ye. Wê tola vê windakirina xwe ya li hilbijartinên 7’ê Hezîranê û ji destdana Til Ebyedê bixwazin hildin. Tirkiye peyama xwe pir vekirî da ku berdêl çi dibin bila bibin wê nehêlin gelê Kurd li herêmê bibin xwedî statu. Rasterast destê hikûmeta AKP’ê di komkujiya Kobanî de hebû. Daxuyaniya serokkomarê Tirk Erdogan jî nîşaneya vê ye ku komkujî pêk anîne. Ji ber dibêje berdêl çi dibe bila bibe em destûr nadin li ser sînorê Tirkiye modeleke demokratîk a Kurdan çêbibe. Ev peyama komkujiyên nû ye. Tiştekî neyê fêmkirin nîne. Bi devê xwe îtîraf dike ku wê komkujiyên weke li Kobanê çêkirin, bixwazin bi berdewamî bikin.”

‘ÇARENÛSA ME KURDAN LI ÇAR BEŞAN GIRÊDAYÎ HEV E’

Rênas da zanîn ku ne dûr e sibe Rojhilatê Kurdistanê jî bi êrîşên DAIŞ’ê rû bi rû neyê û ev tespîtên girîng kir, “Ev metirsî ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye dibe ku sibe Rojhilatê Kurdistanê jî rûbirûyê van êrîşan were. Dibe ku êrîşên DAIŞ’ê yên li Başûrê Kurdistanê û li her devereke din a Kurdistanê careke din geş bibe û bixwazin li her derê derbê li gelê Kurd bidin. Dema em li giştî dîmenên beşên Kurdistanê temaşe dikin ne dûr e ku sibe ev hêz berê xwe nedin Rojhilatê Kurdistanê jî. Çarenûsa me Kurdan li çar beşan girêdayî hev e. Eger em li Rojava serketî bin û destketiyên xwe bi hêzeke mezin a neteweyî biparêzin wê ev hêzên hov cesaretê nekin ku berê xwe bidin beşeke din a Kurdistanê jî. Em çiqas xwedî li şoreşa Rojava derkevin, em ê ew çende bi ewle bijîn û destûrê nedin ku ev hêz berê xwe bidin beşên din yên Kurdistanê.”

'XWEDÎDERKETINA GELÊ ME YÊ ROJHILAT LI KOBANÊ TIRS XIST DILÊ DIJMINÊN GELÊ KURD'

Hevseroka PJAK’ê Evîndar Rênas bang li gelê Rojhilat kir ku wek her timî dîsa bi ruhê neteweyî xwedî li berxwedana Rojava derkevin û wiha berdewam kir, “Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi ruhekî neteweyî ya berz xwedî li nirx û berxwedana Rojava derketin û heta zarokên xwe şehîd dan. Xwedîderketina gelê Kurd li Rojhilat ji bo Rêber Apo, xwe di dema berxwedana Kobanê û Şengalê de jî da der. Hemû komplo pûç kirin. Xwedîderketina gelê me yê Rojhilat li berxwedana Kobanî tirs û xof xist dilê dijminên gelê Kurd. Hem di warê madî hem jî di warê manewî de ti alîkariyê texsîr nekirin û bûn xwedî helwesteke mînak a neteweyî. Baweriya gelê Rojhilat êdî bi sînorên ji Lozanê ve hatine diyarkirin nemaye û van sînoran bi helwest û çalakiyên xwe ji holê rakirine. Divê gelê Rojhilat careke din di derdora gelê Rojava de bicive û xwedî li destketiyên xwe derkeve. Herî zêde erk dikeve ser şanê ciwanan û jinan. Dem dema berxwedanê ye û divê gelê Rojhilat bi vê zanistiyê tevbigere. Bi sedan rêhevalên me yên Rojhilat û heta Îranî jî li Rojava û Şengalê li ber xwe dan û gelek ji wan jî bi qehremanî şehîd bûn. Ji lewma şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa Rojhilat e jî. Divê jin û bi taybet jî ciwanên Rojhilat berê xwe bidin nava refên berxwedanê Kobanî. Divê her ciwaneke Rojhilat di derdora Kobanî de bibe mertalên zindî û li hember êrîşan bi ruhekî berxwedanê bisekine.”

‘NE GENGAZE BÊ ALÎKARIYA DEWLETA ÎRANÊ EV QAS DAIŞ’Î WERIN DERBASKIRIN’

Rênas nirxandinên girîng der barê derbasbûna DAIŞ’ê di Îranê re kir û wiha got, “ Îran dizane ku wê dawiya dawî ev hêzên weke DAIŞ’ê berê xwe bidin Îranê. Dewleta Îranê ji vê yekê zehf ditirse. Ji lewma li gorî berjewendiyê wê ye ku DAIŞ berê xwe bide Kurdistanê û bi vî awayî bi Îranê re mijûl nebe. Îran hem li dijî xeta azad a gelê Kurd e hem jî li gorî berjewendiyê wê ye ku DAIŞ bi Kurdan re mijûl bibe da ku berê xwe nede Îranê. Îran her hewl dide ku xwe ji metirsiyên êrîşên van hêzan biparêze. Îran her roj bangeşeya reşkirina DAIŞ’ê dike û qaşo dibêje ez dijberê wê me.  Hem jî destûrê dide ku DAIŞ ji Afganîstanê milê xwe bihejîne û di welatê wî re derbasî Tirkiye, paşê derbasî Rojava bibe. Mirov nikare bêje ku derbasbûna DAIŞ di Îranê re bê agahiya dewleta Îranê ye. Ne gengaz e ku bê agahî an jî alîkariya dewleta Îranê ev qas DAIŞ’î werin derbaskirin. Mirov tenê nikare ji vê re bêje çavên xwe jêre digire. Ev ne careke ne du car e ev DAIŞ’î têne derbaskirin. Derbasbûna DAIŞ’ê di Îranê re asta konsepta li dijî gelê Kurd diyar dike. Eger dixwaze hêzeke alternatîf a li hember xwe îmha bike amade ye ku weke îdeolojîk jî tawîz bide û bi hêzên weke DAIŞ ku weke îdeolojîk de jî cuda bûn ji hev hene re jî bibin yek. Ma dibe ku rojê bi sedan kes di sînorê tere derbas bibe lê, agahiya te tinebe. Ev tenê çavên xwe girtin nîne, rasterast alîkarî dayîn e. Ji bo van konseptên xwe yên qirêj jî axa Kurdistanê û gelê Kurd bikar tîne. Gelê me yê li Maku û Urmiyê bikar tîne. Ev siyaseta Kurd bi destê Kurd tinekirin e. Çawa DAIŞ di ser sînorê Tirkiyeyê re derbasî Rojava tê kirin îro bi heman awayî dewleta Îran jî sînorên xwe ji DAIŞ re vekiriye û wan derbasê Bakur dikin da ku êrîşî Rojava bikin.” 

BANGAWAZÎ

Rênas herî dawî bang li gelê Urmiye, Maku û giştî Rojhilat kir ku bi ti awayî nehêlin çete di Rojhilat re derbas bibin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Li ser vî esasî bang li gelê me yê Urmiyê, Maku û hemû gel dikin ku li hemberî vê siyasetê şiyar bin. Divê em bi destê xwe nebin sedem ku ev hêzên çete yên hov komkujiyan li Kurdistanê li ser gelê me pêk bînin. Em bawer dikin ku gelê me di ferqa vê de nîne ku ev kesên têne derbaskirin li deverên din yên Kurdistanê komkujiyan dikin. Eger di ferqa vê debûna dibe ku ji van planên qirêj re nebana alet. Ango bi mebesta ev kes biçin komkujî bikin, derbas nakin. Ji ber çanda bazirganiyê li ser xeta sînor heye gelek kes bi navê derkevin derveyî welat derbas dikin. Bi şêwazên cuda cuda têne xapandin. Dibe ku di nava van de şebeke hebin û navê hinek jî bi çapemeniyê re hatin parvekirin. Dibe ku ev şebeke an jî kes rasterast pêwendiya wan bi dewletê re hebin û di nava hevkariyeke qirêj bi dewleta Îranê re bin. Lê, gelê me pêwîst e muheqeq pêşî li vê bigire. Rê nedin ku Maku û Urmiye bibe zemîneke ku komkujî li beşên din ên Kurdistanê çêbibe. Rêbazên pêşîlêgirtinê zehf zehmet nîne. Di bajarên me re têne derbaskirin. Hişyarî û hevgirtineke gelê me li vê derê dikare pêşî li derbaskirinan bigire. Hem di demê de agahdarkirina hevdu, li hember wê helwest diyar kirin hem jî ev kesên ku bi taybet van karan organîze dikin ji nava xwe avêtin, li hember van kesan bûyîna xwedî helwestên radîkal, deşîfre bikin, rê lê bigirin. Çawa ku gelê me yê Bakur li ser sînorê Pirsûs û Kobanê nobeta azadiyê girtin û ne hiştin DAIŞ axa wan bikar bîne, divê gelê me yê Rojhilat jî li hember van derbasbûna nobeta azadiyê bigire, metre bi metre sînorê xwe ji van çeteyên hov biparêze û nehêle axa wan were bikaranîn. Me berê niha jî hişyariyek di vî warî de ji bo gel kiribû lê, îro em xeteriya vê di asta herî jor de dibînin. Em bang dikin gelê me li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî dikin ku ji bo pêşîlêgirtina derbasbûna çeteyan gelê me yê Maku û Urmiyê tenê nehêlin û berxwedaneke hevbeş a pêşî li girtina DAIŞ’ê li ser sînor bidin destpêkirin. Divê di serî de jin û ciwan tevahî gelê me tevlî vê berxwedanê bibe û nehêle çeteyên hov di sînorê wan re derbasî Bakur û Rojavayê Kurdistanê bibin. Di vî warî de baweriya me tam e bi gel ku wê bersiva van bangên me bidin û xwedî li îradeya xwe derkevin.”