Heyeta HDP ji bo spasiyê serdana gelê Sûrê kir

Heyetek ji parlamenter, şaredar û rêveberên HDP û DBP'ê, li navçeya Amed Sûrê serdana esnaf û gelê navçeyê kir û ji bo alîkarî û rola wan a di serketina HDP'ê ya hilbijartinên giştî de, spasiya wan kir.

Îro li Amedê heyeteke ji parlamenter, şaredar û rêveberên partiya HDP û DBP'ê yên navçeya Sûrê çûn serdana esnaf û gelê navçeyê û ji bo alîkarî û rola wan a di serkeftina HDP ya parlamantoyê de spasiya wan kirin. 

Heyeta ku bi armanca spasiya gel ev serdan pêk anî ji parlamenterê HDP'ê Îmam Taş, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, alîkara hevşaredarên Sûrê, endamên meclisa Sûrê û rêveberên partiya HDP û DBP'ê yên navçeya Sûrê pêk dihat. 

Heyetê gelek kolanên navçeyê, dikandar û qehwexaneyên navçeyê ziyaret kir û ji gel re spasiyên xwe pêşkêş kir. 

Heyeta HDP/DBP'ê di serdanan de malavaya xelkê navçeyê kir û kesên ku serdana wan dihate kirin jî kêfxweşiya xwe bi vê serdanê nîşan dan. Her wiha gelek kesan di serdanê de agahiyên der barê pirsgirêkên taxa xwe de ji parlamenter, hevşaredar û rêveberên navçeya Sûrê re anîn ziman. 

Piştî serdanê heyetê berê xwe da qada Şêx Seîd cihê darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî û tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî bû. 

...