Orhan Dogan li ser gora xwe hat bîranîn

Li Cizîrê parlamenterê DEP'ê yê berê Orhan Dogan li ser gora xwe hate bîranîn.

Li Cizîrê parlamenterê DEP'ê yê berê Orhan Dogan li ser gora xwe hate bîranîn. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê parlamenterê DEP'ê yê berê Orhan Dogan ê 29'ê Hezîrana 2007'an li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di mîhrîcanê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ji aliyê sedan welatiyan ve hat bîranîn. Di bîranînê de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, parlamenterê DEP'ê yê berê Selîm Sadak, Şaredarê Cizîrê yê berê Aydin Budak, rêxistinên bajêr ên HDP'ê û DBP'ê, malbata Dogan amade bûn. Welatiyên li ber Mala Gel a Cûdî kom bûn pankartên ji wêneyên Orhan Dogan li ser vekirin û bi dirûşmên, "Şehîd namirin" meşiyan. Piştî girse gihişt goristana bajêr ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li vir rêvebirê Meya-Derê yê Cizîrê Weysî Durgut destnîşan kir ku ew ê her dem şopdarên rêya Dogan bin û sersaxî ji bo hemû gelê Kurd û Tirkiyeyê xwest.

Parlamenterê DEP'ê yê berê Selîm Sadak jî da zanîn ku Dogan ji bo aştî pêk were têkoşînek mezin da û hê aştî pêk nehatiye. Sadak bilêv kir ku piştî mirina Dogan li Tirkiyeyê gelek tişt hatine guhertin lê gelek rewş jî weke berê ne. Sadak bibîr xist ku hilbijartina 2007'an de ya Dogan jiyana xwe dest da wan 23 parlamenter derxistibûn û axaftina xwe wiha berdewam kir, "Me di hilbijartinên 2011'an de 33 parlamenter derxistin. Di hilbijartinên dawî de jî 80 parlamenter derxistin. Ev serfirazî keda hevalên weke Dogan e." Sadak bertek nîşanî tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî da û got: "Em hemû serketinên me girêdayi Birêz Ocalan û şehidên xwe ne."

Piştî axaftinan endamên malbatê û welatiyan qerenfîl danîn ser gora Dogan.