Rejîm sûka Hesekê talan dike!
Endamên Muqeneîn (maskeyî) ên Hêzên Parastina Neteweyî (Dîfa El-Wetenî) yên ser bi rejîma Baasê, di rewşeke şer de dikanên li sûka Hesekê talan dikin.

Li gorî nûçeyan Ajansa Nûçeyan a Hawarê, komên çekdar ên Dîfa Wetenî (Muqeneîn) yên ser bi rejîmê ve, ku beşek ji wan tevlî nava DAIŞ’ê bû, dikanên welatiyan ên li sûka bajarê Hesekê dişikînin û talan dikin. Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku muqeneyîn duh gelek dikanên sûka Hesekê vekirin û dest bi talanê kirin.
Şahidên bûyerê dan zanîn ku çekdarên muqeneîn hemû rêyên ketina sûkê girtin û rê nedan welatî û dikandaran ku dikanên xwe kontrol bikin.
Di 24’ê Hezîranê de jî komên muqeneyîn alî çeteyên DAIŞ’ê kirin û pêşî li wan vekirin ku bikevin nava bajêr. Gelek ji wan jî ragihandin ku tevlî nava DAIŞ'ê bûne.