Şervanê YPG’ê Akdogan li Geverê hat oxirkirin

Şervanê YPG’ê Ramazan Akdogan (Rustem Gever) ê di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Geverê ji aliyê deh hezaran ve ber bi rêwîtiya xwe ya dawiyê ve hat oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Ramazan Akdogan (Rustem Gever) ê di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Geverê ji aliyê deh hezaran ve ber bi rêwîtiya xwe ya dawiyê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ramazan Akdogan (Rustem Gever) ê di êrîşa bombeyî DAIŞ’ê ya di 25’ê Hezîranê ya li hember Kobanê de jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê ya li Saziya Tiba Edlî ya Rihayê ber bi bajarê lê dayik bûye navçeya Gever a Colemêrgê ve hat birêkirin. Piştî ku cenazeyê şervanê YPG’ê bi awayekî girseyî ji Pira Şakitan a 20 kîlometre dûrî navçeyê hat pêşwazîkirin, bi konvoya ji sedan wesayîtan ber bi navçeyê ve hatin rêkirin. Dema ku konvoya cenaze ket navçeyê hemwelatiyan li ser rêgeha cenaze tevlî meşê bûn, li ser pira Abdullah Canan tîmên taybet bi wesayîtên zirxî pêşiya konvoyê birîn. Li ser vê yekê konvoya cenaze li ser Qada Azadiyê re ketin navenda navçeyê.

Bi ketina cenazeyê şervanê YPG’ê ya navenda sûkê re esnafan jî derabeyên xwe anîn xwar û tevlî merasîma cenaze bûn, cenaze ji aliyê bi hezaran kesî ve ku parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan û hevserokên şaredariyê jî di nav de re hat pêşwazîkirin, anîn Mizgefta Navend a Eskî Kişlayê. Piştî pêkanîna wecîbeyên olî, tabûta cenazeyê şervanê YPG’ê bi destmalên kesk, sor, zer û ala TEV-DEM’ê hatîxemilandin tabût li ser milan ji bo helalî xwestinê cara dawiyê anîn mala malbata Akdogan. Piştre bi meşa girseyî ya li ser rêya navendî re cenaze anîn Şehîdgeha Ormanê. Di meşê de tim dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” hatin gotin, endamên YDG-H’ê jî li pêşiya girseyê dimeşiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Akdogan, alên YPG, PKK û KCK’ê hilgirtin.

Piştî karên definkirinê sirûda "Ey Reqîp" hat xwendin û rêzgirtin pêk hat. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Geverê Cengîz Ortaç diyar kir ku hê taziyek ranekirine cenazeyekî din tê û wiha got: "Em hemû dizanin li Rojava agirek hildibe. Bi destê çeteyên faşîst komkujiyek pêk hat. Heval Ramazan û rêhevalên wî berxwedaneke mezin nîşan dan."

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî gotinên Serokkomar Erdogan ên "Yên dibêjin Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê namerd in" bibîr xist û wiha got: "Te ji çeteyên DAIŞ'ê re bi TIR'an gule û top şandin. Te bi destê leşkerên Tirk çete şandin û gelê me qetil kir. Medyaya te heqaret li me kir. Hemû cîhanê ev yek dît. Hemû kesî dît ku tu yî namerd an em."

‘SERÊ RÊBER APO SAX BE'

Li ser navê malbatê bavê Akdogan Hasan Akdogan jî wiha got: "Hûn hemû li ser serê min û çavên min hatin. Ev şehîdê min tenê nîn e yê hemû Kurdistanê ye. Serê we hemûyan û serê Rêber Apo sax be."

Ji bo sersaxiya Akdogan li Taxa Ormanê li ber malê kona sersaxiyê hat vedan.