Wê komîteya lêkolînê ya komkujiya Kobanê bê avakirin

Hejmareke parêzer û hiqûqnas ên Rojava diyar kirin ku wê komîteke lêkolînê der barê êrîş û komkujiya Kobanê de ava bikin.

Hejmarek parêzer û hiqûqnasên kantona Cizîrê civîna çapemeniyê li ber navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li dar xistin û diyar kirin ku wê komîteya lêkolînê û berhevkirina belgeyan a der barê komkujiya Kobanê de ava bikin û gotin ku wê belgeyên bêne berhevkirin radestî Dadgeha Mafê Mirovan a Navneteweyî bikin. Bi dehan saziyên çapemeniyê yên herêmî û Erebî di dema xwendina daxuyaniyê de beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê Parêzer Xalid Îbrahîm ve hat xwendin.

Daxuyaniya ku hat xwendin wiha ye: “Di dema ku her kes dizane li ser xaknîgariya Sûriyeyê şer û pevçûnên mezhebî têne jiyîn. Ji ber ku gelek hêzên herêmî û navdewletî ketin nava tevgera gel a Sûriyeyê de rewşa li Sûriyeyê gihişt asta komkujiyên li dijî mirovahiyê.

Di dema ku hemû gelê Sûriyeyê dixwaze ji vî şerê qirêj xilas bibe, bi taybet pêkhateyên Rojava di nava hewldanan dene ku bibin mînaka jiyana hevbeş û biratiya gelan a dîrokî ku rêya hemû gelê Sûriyeyê ronî bike. Li ser vî esasî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rastiya civaka Rojava nîşan dide. Di nava vê rewşê de hin hêzên herêmî û navneteyweyî ji vê gava azadî û wekheviya civakî ya Rojava aciz in. Hêzên behsa mijarê alavên xwe yên hêzên tarî dan bikaranîn, wêranî, kuştia xwezayê û mirovan pêk anînin. Bûyerên Şengal, gundên Asûriyan ên Til Temir, Til Hasil û Til Eran ên Helebê û bajarên din ên Sûriyeyê hin ji xalên hovîtî û komkujiyên hatin jiyîn. Di roja 25’ê Hezîranê de jî komên tarî derbasî Kobaniya aram ku bûye sembola berxwedanê bûn û jin, zarok, kal û pîr jî di nav de gelek welatiyên sivîl qetil kirin. Di heman demê de êrîşî Hesekê jî hat kirin. Bi hezaran welatî koçber bûn.

Em wekî parêzer û hiqûqnasên Rojava piştgiriya xwe bi xizmên qurbaniyan re nîşan didin û em ji raya giştî ya herêmî û navdewletî yên xwedî berpirsyarî re dibêjin ku erka xwe ya mirovî û hiqûqî pêk bînin. Rastiya komkujiyê derxin û hemû kesên destê wan di komkujiyê de hebin li gorî qanûn û peymanên navnetewî darizînin.

Piştî xwendina daxuyaniyê parêzer û hiqûqnasan bersiva rojnamavanan dan û diyar kirin ku wê komîteyeyekê ava bikin da ku ji bo destnîşankirina rastiyan û derxistina belgeyan derxin kar bikin û gotin ku wê komîte raporekê amade bike û aliyên ku li pişt vê êrîşî bûn destnîşan bikin da ku hesab ji wan bê pirsîn.

Li ser pirsên ku wê rapor ji kêre bê pêşkêşkirin, parêzeran dan zanîn ku wê raporê ji hemû aliyên peywendîdar ên wekî Dadgeha Navneteweyî ya Meclîsa Ewlekariya Navneteweyî pêşkêş bikin. Parêzer û hiqûqnasan bang li hemû rêxistinên mirovî û navneteweyî kirin ku alîkariya wan bikin da ku rastiyan derxin û sûcdar hesabên xwe bibînin.

Piştî civîn bi dawî bû parêzer û hiqûqnasan bi Serokê Meclîsa Rêveber a Cizîrê Ekrem Hiso re civiyan. Hiso da zanîn ku dê Rêveberiya Cizîrê bi hemû hêza xwe alîkariyê bike da ku rastî bêne diyarkirin.