BI DÎMEN

'Kobanê gora çeteyan e'

Şervanên YPG/YPJ'ê yên piştî komkujiya hov a çeteyan derketin operasyonê û bajarê Kobanê ji çeteyan paqij kirin, behsa wan kêliyan kirin.

Şervanên YPG/YPJ'ê yên piştî komkujiya hov a çeteyan derketin operasyonê û bajarê Kobanê ji çeteyan paqij kirin, behsa wan kêliyan kirin.

Şervanên YPG/YPJ'ê Nûbihar Yilmaz Qamişlo, Ronas Cemal û Baz Kobanê yên di operasyonên 3 rojan de cih girtin, ji bo wan kêliyan got, "Biryardariya her kesî bi vî rengî bû; Heta çeteyekî bi tenê nemîne, xwarin û raketin li me heram e! Armanca me ya yekane ev bû; Em dîsa Kobanê li çeteyan bikin goristan. Kesî di dema operasyonê de ne xwarin xwar, ne jî raket."

NÛBIHAR YILMAZ QAMIŞLO: Qetilkirina sivîl em gelekî hejand, êşeke gelekî mezin bû. Tekane nêrîna me ew bû ku em hesabê vê ji çeteyan bipirsin, tola gelê xwe hilînin.

Çeteyan dizanîbûn ku YPG/YPJ ji bo parastina gel bi çi rengî dibe fedaî û bi çi rengî girîngiyê dide vê. Dizanîbûn ku di oxira vê de em bi çi rengî têdikoşin. Hedefa wan a bingehîn ne hêzên leşkerî bû, armanca wan a bingehîn qetilkirina sivîlan bû.

Di nava deh, panzdeh deqeyan de me ji aliyekî bajêr heta aliyê din dest bi operasyonê kirin. Sivîlên me li kolanan dîtin hatin qetilkirin, hêrsa me mezintir kirin.

JI BO SIVÎLAN EM BI BALDARÎ TEVGERIYAN

Zehmet e ew kêlî werin vegotin, hest ji bo wê kêm dimîne. Ji bo parastina vî gelî me bi sedan şehîd dabûn. Di wê kêliyê de em amade bûn heman tiştî bikin, biryara me zelal bû. Armanceke me ya bi tenê hebû; careke din Kobanê li çeteyan bikin goristan. Me ev kir. Me Kobanê careke din li çeteyan kir goristan.

Ez tevlî operasyona Nexweşxaneya Miştenûrê bûm. Ji bo ewlekariya gelê sivîl em bi baldarî tevgeriyan. Ji xwe ya ku herî zêde bi zora me çû ew bû ku çeteyan cih, nexweşxane û dibistanên gelê me xistibûn destê xwe. Em gelekî pê diêşiyan ku gelê me weke dîlgirtiyan bi kar dianîn. Ji ber vê yekê, tevî hêrsa me ya mezin jî diviyabû me operasyon bi awayekî kontrolkirî bimeşandina. Me dikarîbû çete yekser di cih de tine bikira, lê armanca me rizgarkirina sivîlan bû. Ji ber vê yekê operasyonê sê rojan dewam kir. Di roja destpêkê de me dikarîbû ew tine bikira. Di roja duyemîn a operasyonê de me sivîlên li dibistana Miştenûrê rizgar kirin. Dûre jî me dest bi operasyona tinekirina çeteyan kirin.

JI BO TEVLÎ OPERASYONÊN BIBIN LI BER XWE DIDAN

Di tevahiya rêveçûna operasyonê de min şahidî ji berxwedana fedekarî ya hevalan re kir. Kesî di dema operasyonê de xwarin nexwar, raneket. Biryardariya her kesî bi vî rengî bû; Heta çeteyekî dawî nemîne, xwarin û raketin li me heram e!

Heval ji bo tevlî operasyonê bibin li ber xwe didan. Her kesî dixwest di nav de cih bigire. Dema hevalan dixwestin hêzê biguherînin, kesî nedixwest dest ji çepera xwe berde. Hêzên YPG/YPJ'ê 3 rojan bi fedekariyeke mezin li ber xwe dan.

Di roja dawî ya operasyonê de birîndar bûm. Li wê nuqteyê pênc çete hatin kuştin. Dema hevalan ez ji wir derxist, ji xwe operasyon gihaştibû serketinê.

EM Ê DESTÛRÊ NEDIN

BAZ KOBANÊ: Di sibeha êrîşê de dema em ber bi navenda bajêr ve diçûn, mirovên ji gelê sivîl gotin ku çete bi kincên Artêşa Azad sivîl qetil kirine. Em ber bi herêma Mekteba Baas lê bû çûn. Piştre ji bo hîn bêhtir bi pêş ve biçin, em li wesayîta sirxî siwar bûn. Di vê demê de me bi dehan mirovên hatin qetilkirin dîtin. Êşeke gelekî mezin bû, hêrseke gelekî mezin bû. Dema dimeşiyam min bedenê hevalê xwe yê li erdê dirêjkirî dît. Di dema şer de min hevalê xwe yê zarokatiyê li erdê dirêjkirî dît, qirika wî jê kiribûn. Min careke din dît ku çete çiqasî namerd in û dûrî mirovahiyê ne.

Di dema şer de biryardarî û fedekariyeke mezin hat nîşandan. Moralê me qet kêm nebû, lê belê em gelekî pê êşiyan ku gelê me bi vî rengî bi hovane hatiye qetilkirin. Yanî kêliyên tevlîhev bû ji bo me. Bila gelê Kobanê vê bizanibe, em ê êdî destûrê nedin êrîşeke bi vî rengî. Em ê tedbîrên pêwîst werbigirin.

ZAROKEKE BIÇÛK A BÊ DÊ Û BAV MA

RONAS CEMAL: Dema êrîşê destpê kir, şiyar bûm. Gava min dengê çekan bihîst yekser derketim derve, bi awayekî kontrol tevgeriyam. Çeteyan kincê YPG'ê li xwe kiribûn. Me di cih de dest li wan werdan. Dûre ji bo ewlekariya sivîlên anîn nexweşxaneyê, em hatin dora nexweşxaneyê. Me birîndar dîtin, mirovên hatin qetilkirin dîtin. Di wê kêliyê de min xwest yekser biçim qada operasyonê, lê belê li hemberî êrîşeke gengaz a li dijî nexweşxaneyê diviyabû me ew herêm biparasta. Keçeke biçûk hebû, dê û bavê wê qetil kiribûn. Digiriya, gelekî pê êşiyam. Ji niha û pê ve ji bo ewlekariya gelê me ya pêwîst çi be em ê bikin.

...