KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Zîlan li Moskowayê hat bîranîn
Zeynep Kinaci li Moswkoayê bi civînekê hat bîranîn. -
Şervanê MLKP'ê Aksakal li Swîsreyê hat bîranîn
Şervanê MLKP'ê Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş) ê li Rojava di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swîsre Bernê hat bîranîn. -
Li Munchenê bîranîna Zîlan
Zeynep Kinaci (Zîlan) li bajarê Elmanya Munchenê hat bîranîn. -
Gurcîstan dixwaze panebera siyasî ya welatiya Swêdê radestî Tirkiyeyê bike
Gurcîstan dixwaze penabera siyasî Ayşen Furhoff a ji sala 2002'an û vir ve li Swêdê dijî, bi hinceta ji aliyê Tirkiyeyê ve bi rêya Înterpolê lê tê gerîn, girt binê çavan. -
Pîr: Ev qirkirin e
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Enes Pîr got, "Windahiyên sivîl ên rû dane, qirkirin e. AKP û Erdogan ev qirkirin bi rêxistin kirine." -
'Divê her kes zanibe ku bi hezaran Zîlan hene'
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed di measîma bîranîna Zeynep Kinaci de axivî û got, "Ya ku em ji Zîlan hîn bûn, weke hêzên YJA Star û HPG'ê, bi sekneke fedaî israra di jiyana azad de ye." -
Irmak û Uca, kampa Êzidiyan a li Amedê ziyaret kirin
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak got: "Paşgotinên wê gelê me yê Êzîdî van deran terk bike belav dikin û hewl didin bi vî awayî mirovan ji vir derxin. Dixwazin li ser hestên van mirovan siyasetê bikin.” -
Cenazeyê 5 şervanên YPG / YPJ’ê anîn Riha
Cenazeyên 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê. -
Medenî Yildirim, li cihê hat qetilkirin hat bîranîn
Welatiyan Medenî Yildirim ê li navçeya Licê ya Amedê di şermezarkirina kalekolê de hat înfazkirin li cihê hat qetilkirin bibîr anîn. -
Fermandariya YPG’ê ya Kobanê: Em ê hesabê komkujiyê pir giran bipirsin
Fermandariya YPG’ê ya Kobanê diyar kir ku ji bilî 7 çeteyên ku reviyane Tirkiyeyê, hemû çeteyên ketine nava bajar hatine kuştin û got: “Em aşkera dikin ku em ê hesaba vê komkujiyê bi awayekî pir giran ji çeteyan bipirsin.” -
KCD’ê encamnameya 2. Civata Giştî aşkera kir
KCD’ê di encamnameya 2. Civata xwe ya Giştî de got: “Em bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî barbarîzma DAIŞ’ê bi ruhê seferberiyê hereket bike û li serketinên Rojava û Şengalê xwedî derkeve.” -
Malbatên Roboskî: Wê gelê Kurd têkoşîna xwe bidomîne
Malbatên Roboskî diyar kirin ku zalim piştgiriyê didin rêxistina terorê ya DAIŞ’ê, zarok û mirovên masûm têne qetilkirin û nirxandina “Li Rojava û Kobanê li hemberî daxwazên wan yên qirêj wê gelê Kurd têkoşîna xwe bidomîne” kirin. -
YPG: 38 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerê 24 saetên dawî de 38 çete hatin kuştin, 2 tankên çeteyan hatine rûxandin, 3 gund hatine rizgarkirin û gelek çek û cebilxane hatine bidestxistin. -
Navenda Kobanê ji bermayên şer û cenazeyên çeteyan tên paqijkirin
Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê bajarê Kobanê ji çeteyan paqij kirin, şaredariya gel dest bi paqijkirina bajar ji bermahiyên şer û cenazeyên çeteyan kir. -
Nasnameya 50 şehîdên din ên li Kobanê hatin aşkerakirin
Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê nasnameya 50 welatiyên din ên Kobanê yên di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. Navên 2 şehîdan jî nehat zanîn. -
Ji 231 kesên di êrîşên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan 213 kes hatin definkirin
Ji 231 sivîlên ku di êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, cenazeyên 213 kesî hatin definkirin. -
‘Dema Êzidî berê xwe bidin Ewropa Êzdatî dikeve xetereyê’
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civaka Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta li ser koça Ezîdiyan a ji bo Ewropayê axivî û got: "Li Şengalê qirkirineke sor hat meşandin yên mane jî bi qirkirineke spî ango çandî re dixwazin tine bikin." -
Kemîn, operasyon, tevgera hewayî
Tevgera leşkerî, kemîn û operasyonên artêşa Tirk didomin -
Çeteyê bi saxî hat girtin: Koma esas a êrîşê ji Tirkiyeyê hat
Li gorî agahiyên ku çeteyê DAIŞ’ê yê Misrî daye, koma esas a êrîşê ji ser Tirkiyeyê ketiye Kobanê. Her wiha cebilxaneya ku bi rojan di pevçûnan de hatiye bikaranîn jî ji aliyê Tirkiyeyê ve derbas bûye. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Akdogan anîn Rihayê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ramazan Akdogan ê piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê di pevçûna li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hat wergirtin anîn Rihayê. -
Li Hesekê teqîneke mezin û şewat
Li Hesekê ji ber êrîşa bi hewanan a çeteyên DAIŞ’ê li cihê ku hêzên rejîmê wek depoya mazotê bikar tînin teqîneke mezin rû da. -
Kakayî: Divê destûra bingehîn baweriya Kakayiyan nas bike
Kakayiyên li Başûrê Kurdistanê dijîn, diyar kirin ku divê di destûra bingehîn a nû de bi awayekî fermî bên nasîn û di hilbijartinên parlamentoyê de ji bo wan kota bê veqetandin, nûnerên wan jî di parlamentoyê de cih bigirin. -
Çeteyên êrîşî Kobanê kirine li Kaniya Xezalan bi cih bûne (!)
Li ser çeteyên ku li Kobanê zêdetirî 200 sivîl qetil kirin belgeyên têkildarî pêwendiya wan a bi Tirkiyeyê re heye hê jî derdikevin. -
Li Kobanê tiştên ji qadên pevçûnê mane…
Piştî bidawîbûna operasyonên şervanên YPG-YPJ’ê yên li Kobanê, nuqteyên ku çete ketibûnê, şopên pevçûnên qewimîne hîna tên dîtin. -
Li Hesekê şer di roja 4. de ye
Şer û pevçûnên di navbera rejîm û çeteyên DAIŞ’ê de ket roja çaremin. Di êrîşa li hember taxa YPG/YPJ parastina wê dike de jî gelek çete hatin kuştin.