Medenî Yildirim, li cihê hat qetilkirin hat bîranîn
Welatiyan Medenî Yildirim ê li navçeya Licê ya Amedê di şermezarkirina kalekolê de hat înfazkirin li cihê hat qetilkirin bibîr anîn.
Welatiyan Medenî Yildirim ê li navçeya Licê ya Amedê di şermezarkirina kalekolê de hat înfazkirin li cihê hat qetilkirin bibîr anîn.
Medenî Yildirim ê 28’ê Hezîrana 2013’an di şermezarkirina kalekola dihat xwestin li gundê Hêzan ê Licê bê çêkirin ji aliyê leşkeran ve hat înfazkirin, li cihê hat qetilkirin hat bîranîn. Rêveberên bajêr û navçeyan ên DBP’a Amedê, Meya-Der, Dayikên Aştiyê û welatî di bîranînê de amade bûn. Biranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê MEYA-DER Mehmet Yaşar ê daxuyaniya çapemeniyê xwend got, “Di encama gulebarana leşkeran de hevrêyê me Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da. Em şîdeta dewletê careke din şermezar dikin. Em dixwazin edalet bê cih.”
Rêveberê DBP’a Amedê Hasan Eroglu jî got, bi destpêkirina pêvajoya di sala 2013’an de destpê kir, li her deverê Kurdistanê kalekol tên çêkirin û wiha dewam kir: "Ji aliyekî ve aştî tê gotin, li aliyekî din li Rojava, Tirkiye û Kobanê li hember gelê me komkujî tên kirin. Em hêvî dikin AKP bêyî dereng bikeve dest ji van polîtîkayên qirêj berde.
Dayika Yildirim Fahriye Yildirim jî diyar kir kurê wê bi zanebûn hedef hatiye girtin û got, “Em ê di rêya wî de berdewam bikin.”
Girseyê li cihê Yildirinm hat qetilkirin qerenfîl danîn.