Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civaka Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta li ser koça Ezîdiyan a ji bo Ewropayê axivî û got: "Li Şengalê qirkirineke sor hat meşandin yên mane jî bi qirkirineke spî ango çandî re dixwazin tine bikin."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK ê Sozdar Avesta anî ziman ku bi hevkariya AKP, PDK û dewleta Elmanya lîstikên pir mezin li ser gelê Ezîdî tê plankirin. Avesta da zanîn ku gelê Ezîdî bi qirkirineke çandî re rû bi rû ne. Avesta bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û got: "Ev çend rojin em dişopînîn, dixwazin vî miletê me yê Êzîdî yê ji Şengalê koçber bûye û li kampên Bakurê Kurdistanê dîmînin bi otobusan li ser Bulgarîstanê re derbasî Ewropa bikin. Ev li ber çavên hemû dinya yê tê kirin, ev qirkirina duyemîn a Şengalê ye. Li Şengalê qirkirineke sor hat meşandin, yên mane jî bi qirkirineke spî ango çandî re dixwazin tine bikin. Ev planên asîmîlasyonekî kûr e. Çawa ku sala 1938’an li Dêrsimê qirkirinek dan meşandin, dûre jî kesên ji qetlîamê xilasbûn li gelek bajarên Tirkiyeyê belav kirin ku hin jî gelek kes nizane kî ye çi ye, îro heman tiştî li ser civaka Ezîdî dixwazin pêk bînin. Biryar girtine ku Ezîdî li ser axa Kurdistanê nehêlin, yên mane jî bînin halekî wisa ku behsa ola xwe, çanda xwe, Kurdîtiya xwe neke. Planeke bi vî rengî niha tê meşandin. Ev plan bi serkeşiya dewletên Ewropa, hikûmeta AKP û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye organîzekirin. Berî ku ev bûyer destpê bikin berdevkê Hikûmeta Heremî çû Enqere, hevdîtîn çêkirin cardin Erdogan bi xwe çû ev kamp ziyaret kir, piştî vê jî ev çûn destpê kir. Ev lîstîkeke hevbeş e. Divê miletê me yê Ezîdî jî di ferqa vê lîstikê de be û pêşiya vê bilez bigire."
‘ŞENGAL GAV BI GAV TÊ AZADKIRIN’
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK anî ziman ku salvegera qirkirina Şengalê nêzîk dibe û bi hemû awayî hemla rizgarkirina Şengalê didome û axaftina xwe wiha domand: "Her roj şer û çalakî hene, têkoşîneke pir bi rûmet tê meşandin. Şervanên YBŞ, YPJ- Şengal û gerîlla bi hev re têkoşîna rûmetê didin, her roj derbên xiran li çeteyên DAIŞê dixînin, gav bi gav Şengalê ber bi azad kirinê ve dibin. Yên ku vê serketinê qebûl nake dixwaze berê vê miletê ji axa xwe dûr bixe û her roj li ser çapemeniya xwe propagandayên reşkirinê diweşînin. Weşanên wisa dikin ku Ezîdî dibêjin 'Em biçin û carek din venegerin Şengalê'. Bi taybet serkeşiya vê jî RUDAW dike ku em dizanin di wan de ti exlaqê çapemeniyê tine ye. Dema Êzîdî berê xwe dan Ewropa û pişta xwe dan axa xwe, Şengala pîroz, wê demê em divê bizanin ku Ezdatî di bin xeteriyeke mezin de ye. Ew çapemeniyeke çawa ne ku dixwazin Şengalê ji Ezîdiyan vala bikin. Heke dibêjin Şengal ji parçeyek ji Kurdistanê ye wê demê divê dev ji van lîstikên qirêj berdin."
‘HER KES DIZANE HÊZA FERMÎ YA ŞENGAL YBŞ YE’
Avesta da zanîn ku armanc ev e ku kuştina Êzîdiyan bi destê Êzîdiyan pêk bînin û got: "Ji milekî ve dixwazin Şengalê vala bikin li aliyê din jî dibêjin em ê arteşeke ji ciwanên Ezîdî di bin banê pêşmergeyan de ava bikin. Ev jî lîstikeke duyemîn e. Hemû bi hev ve girêdayî ye. Yek armanca wan heye, Ezîdiyan bi destê Ezîdiyan bidin kuştin. Her kes jî dizane hêza fermî ya Şengalê YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) ye. Piştî qatlîamê ciwanên Êzîdî li her deverê Kurdistanê hatin û bi ciwanên Şengalê bi xwe re rêxistinbûna xwe ava kirin. Ev nêzî salekê ye YBŞ li Şengalê li hember çeteyên DAIŞê şer dike. YBŞ dixwaza jiyan ji nû ve li Şengalê şîn bibe, ewlehiya miletê vir digre. Hikûmeta Herêmê hem parastina vî miletî nake hem jî hêza wê nas nake. Her roj li ser endamên YBŞ girtin, binçavkirinan pêkt îne, li ser malbatan şerên taybet dimeşîne ji bo YBŞ tasfiye bikin. Aliyekî din jî dixwazin artêşeke din ava bikin ku hin kesên Ezîdî jî dixwazin bikar bînin."
‘BILA GELÊ ME NEYÊ LÎSTIKA TI KESÎ’
Sozdar Avesta da xuyakirin ku armanca wan kesan tenê pere ye û wiha pêde çû: "Endamê Parlamena Hikûmeta Heremî dibêje ku ew ê arteşekê di bin banê pêşmerge de ava bikin. Ez jî bang li wî şexsî dikim, ez bang li cemaatên ku derdora wan de kom bûne dikim. Bila neyên lîstika ti kesî. Ew baş dizanin ku Wezarata Pêşmerge ew ne parastin. Ti niha 8 hezar leşker di bin Wezareta Pêşmerge ava bikî çi feydeya wê heye. Berê jî li Şengalê 10 hezar pêşmergeyên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan hebûn. Ma ne 3’ê Tebaxê miletê xwe neparast in û reviyan çûn. Berpirsiyarên ku ew qirkirinên li ser Ezîdiyan aniye yek jî Wezareta Pêşmergeyan û Serokê Herema Kurdistanê ye. Serokê Herema Kurdistanê talîmata parastina milet neda pêşmergeyan û Wezareta Pêşmergeyan jî ew îrade nîşan neda. Ezîdî bi Wezareta Pêşmergeyan girêdan Ezîdî bêçek kirin, Ezîdî bêparastin hiştin. Lîstikên ku berê 3’ê Tebaxê li ser gelê me careke din nû kirin e ev planê wan e. Ti nirxê van planan li nezera gelê Êzîdî de nîne. Gelê Ezîdî ya azadîxwaz dizane ku li 3’ê Tebaxê çi jiya. Bi rastî jî eger dixwazin arteşeke Ezîdiyan ava bikin bila hilkişin çiyayê Şengalê, bila werin beşdarî YBŞ bibin, Şengal rizgar bikin, hêzeke hevbeş a Ezîdiyan ava bikin, dema Şengal rizgar bû, statuya Şengal hat diyarkirin wê demê dikarin nîqaş bikin. Hîn Şengal bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye, ewqas keç û xortên Ezîdî di destê çeteyan de esîr e, milekî de berê miletê Şengalê bi otobûsan didin Ewropa, aliyê din dibêjin em artêşê ava bikin. Ew tenê artêşa pereyan e, tenê navê xwe didin nivîsandin û rûdinin pereyan digrin. Ji wan çend kes hatine ji bo rizgariya Şengal şer kirine? Ev xapandineke mezin e. Divê civaka me ya Êzîdî li hember vê hişyar be. Ji bo vê jî divê Hikûmeta Heremê dev jî lîstikên xwe yên qirêj berde. Hikûmeta Elmanya ya ku dixwaze arteşeke di bin destê pêşmergeyan de ava bike ji aliyê din jî dixwaze civaka Ezîdî bikşîne Ewropa û Elmanya."
‘AVABÛNA DAIŞ’Ê PARÇEYEK JI VAN LÎSTIKAN E’
Avesta da zanîn ku armanca wan ev e ku civaka Êzîdî bihelînin e û axaftinê xwe wiha domand: "Lîstikeke wisa dimeşînin ku dibêjin Ezîdî ne Kurd in û ji Xiristiyaniyê hatine. Ew keçên Ezîdî yê DAIŞ bi dest dirêjiyê dixwest bike Misilman niha jî Elmanya bi rêbazên ziravtir dixwaze wan bike Xiristiyan. Bila bihêlin miletê me li ser ola xwe bijî. Ev lîstikeke Elmanya ku dehan sale li ser Êzîdiyan didin meşandin. Ji xwe avabûna DAIŞ’ê jî parçek van lîstikan e. Bi şîdeteke bi vî rengî xwestin Êzidiyan ji Şengalê derxin. 72 fermanan nikarîbû gelê Ezîdî ji Şengalê derxe lê bi fermana 73’emîn dixwazin kesên ji fermanê mane bibin Ewropa û bi qirkirineke çandi re lîstikên xwe tamam bikin. Miletê bê pasaport, bê wîze kom kirine, xistine otobusan, dibêjin biçin ber derî çalakî bikin wê demê ew ê mecbur bimînin ji were derî vekin, hûn jî dikarin li ser Bulgarîstanê re belav bibin û biçin. Yên vî aqlî dide milet jî hikûmeta AKP, Hikumeta Heremî ye. Miletê me divê neyê van lîstikan."
'LI HEMBERÎ LÎSTIKAN DIVÊ GELÊ BI XWÎNSARÎ TEVBIGERE'
Sozdar Avesta bang li gelê Êzîdî kir û got "Ez bang li gelê me yê li kampên Bakurê Kurdistanê dimînin dikim, bila vegerin cihê xwe. Ew 11 meh in ew şaredariyên me yên Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) bê navber xizmeta we dike, bê texsîr xwedî li we derdikeve, ewlekariya we digre. Kampên ku hûn lê dimînin ji hemû kampên ku penaber lê dimînin baştir in. Tenê Kampa Midyadê ya bin destê Afatê de ango di destê hikûmeta AKP’ê de ye rewşa gelê me ne baş e. Hikûmeta AKP’ê bi van lîstikan dixwaze serketina mezin ya HDP reş bike. HDP bi serketina xwe du parlementerên Ezîdî xist meclîsê ev ji bo me rûmeteke pir mezin e. Armanca hikumetê xerakirina vê rûmetê ye. Dixwazin wê ya bêjin 'Erê wekîlên we hene bes nikarin li we xwedî derkevin'. Li hemberî van lîstikan divê gelê me bi xwînsarî tevbigere, bi eqlê selîm tevbigere û bi berpirsiyarî tevbigere. Divê bizanin ku kesên qetlîam li ser Şengalê dan meşandin niha jî bi vî şêwazî qirkirina xwe didomînin. Dixwazin destketiyên gelê Kurd reş bikin û êrîş li ser bimeşînin. Herî dawî li Kobanê 25’ê mehê bi êrîşeke hovane 152 sivîl, jin, zarok qetil kirin û sedan însan birîndar kirin. Ev hemû encamên konseptekê ne. Em van lîstikan şermezar dikin, ji malbatên şehîdan re sersaxî, ji bîrîndaran re şîfayê dixwazin. Divê bê zanin ku tola êşa Kobanê û Şengalê wê were rakirin. Kes nikare serketina me ya Til Ebyed, Kobanê û Bakurê Kurdistanê di bin siya lîstikên xwe de bihêle."
‘PÊWÎST E GELÊ ME VEGERE SER XAKA XWE’
Avesta bal kişand ser banga xwe û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ez cardin bang li gelê me yê Ezîdî yê li hemû deverên cîhanê ne dikim da ku derkevin kolanan û pêşiya vê asîmîlasyonê, qirkirina spî bigire. Ez bang li gelê me yê Şengalê yê di kampên Duhok, Zaxo û Bakurê Kurdistanê de ne dikim da ku vegerîn ser axa xwe, Şengal aramî ye. Bi dehan gundên Şengalê azad kirî ne. Parastina van deran hezên YBŞ, YPJ- Şengal, gerîlla bi hev re dikin. Divê gelê me dev jî xaka xwe, miriyên xwe û dîroka xwe bernede. Ez cardin bang li Hikûmeta Herêmê dikim bila pêşî li gelê Şengalê negre. Yên dixwazin vegerin axa xwe pêşî li wan digrin yên dixwazin biçin Ewropa pêşî li wan vedikin. Hikûmet divê dev jî van polîtîkayan berde."