BI DÎMEN

Li Hesekê teqîneke mezin û şewat

Li Hesekê ji ber êrîşa bi hewanan a çeteyên DAIŞ’ê li cihê ku hêzên rejîmê wek depoya mazotê bikar tînin teqîneke mezin rû da.

Li Hesekê ji ber êrîşa bi hewanan a çeteyên DAIŞ’ê li cihê ku hêzên rejîmê wek depoya mazotê bikar tînin teqîneke mezin rû da.

Li Hesekê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de ku şer û pevçûn didomin, îro li cihekî di destê hêzên rejîmê de teqîneke mezin rû da. Hat diyarkirin ku teqîn ji ber êrîşa hewanan a çeteyan li depoya mazotê pêk hatiye. Piştî teqînê ku şewat derket. Dûmana şewatê ji 15 kîlometreyan tê dîtin.