BI DÎMEN

Li Kobanê tiştên ji qadên pevçûnê mane…

Piştî bidawîbûna operasyonên şervanên YPG-YPJ’ê yên li Kobanê, nuqteyên ku çete ketibûnê, şopên pevçûnên qewimîne hîna tên dîtin.

Çeteyên li Kobanê sê rojan ji gelek nuqteyan ketin hundir û bi dehan sivîl qetil kirin, li nuqteyên ku diman, di çarçoveya operasyonên şervanên YPG-YPJ’ê de ji van deveran hatin paqijkirin. Çete li hemû nuqteyan hatin kuştin û operasyonên YPG-YPJ’ê jî duh piştî nîvro bi dawî bûn.

Piştî operasyon bi dawî bûn, em çûn deverên ku çete ketibûnê û şer û pevçûn lê pêk hatibûn û me tiştên li wir hatibûn jiyîn bi çavên xwe dîtin.

LI SER RÊYA HELLÎNCE PEVÇÛN

14 çete ketibûn avahiyeke li ser rêya Hellînc û sivîlên li vir qetil kiribûn,  li avahiyê bi cih bibûn. Piştî pevçûnên ku du rojan berdewam kirin, avahî ji çeteyan hat paqijkirin û 14 çete hatin kuştin. Dema em çûn vê avahiyê hîna cesed bi tevahî ji vê avahiyê nehatibûn derxistin.  Xesara di avahiyê de çêbibû aliyên pevçûna qewimîbû nîşan dida. Dema em ketin avahiyê hîna bombeyên destan yên nehatibûn teqandin hebûn. Bi bandora pevçûnên qewimîbûn hilweşîneke mezin hatibû jiyîn. Gelek cenazeyên çeteyan li avahiyê hebûn. Heval Îbrahîm ku beşdarî xebatên paqijkirina cenazeyên çeteyan bibû û di heman demê de ji pevçûnên ku di avahiyê de şahidî kir re, wiha got: “Ji koma çeteyan 14 kes li vir bi cih bûn. Gelek sivîl qetil kirin. Piştî YPG’ê avahî dorpêç kir, pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Hemû çete li vir hatin kuştin. Destpêkê bi gumana ku  sîvîl di avahiyê de hene, şervanên YPG’ê bi baldarî nêz bûn. Nexwestin hema bikevin avahiyê. Lê piştî hat fêmkirin hemû sîvîl hatine qetilkirin, hemû çete li vir hatin kuştin û avahî hat paqijkirin.

Di dema ku di avahiyê de xebatên paqijiyê berdewam dikirin de, li dora gundê Şeran cenazeyekî din ê çete tînin. Tê gotin ku ev çete jî çend saet berê ji aliyê gundiyekî îxtiyar ve hatiye kuştin. Peywirdarê Asayîşê Ebu Welat diyar kir vî çeteyê ku li ereziya gundê Şeran bi cih bûye jin û zarokekî ku di rê de derbas dibû, qetil kiriye.

EM LI CIHÊ KU APÊ RIFAT HATIYE QETILKIRIN IN

Em ji wir tên Qada Azadiyê ya pevçûn zêde lê diqewimin. Hema li erdê zarokek û mezinek razane. Her du jî bi guleyan hatine qetilkirin.  Yên derdorê, dibêjin bav-kur  in. Wê sibehê bi hev re ji mala xwe derdikevin û piştre rastî çeteyên DAIŞ’ê tên û tên qetilkirin. Dîmenekî din ê li Qada Azadiyê dilê mirovan diêşîne heye. Apê Rifat ê ji Sînopê jî li vir hatibû qetilkirin. Dema çeteyên DAIŞ’ê hatin vê herêmê Apê Rifat, li Qada Azadiyê ji bo Muzeya Kobanê dixebitî û ji xwe re li vir baraqeyek çêkiribû. Apê Rifat Muzeya Kobanê li vir ava dikir, gelek pêşde çûbû.  Lê Apê Rifat ji xewa wî hat hişyarkirin, hat gulebarankirin û muzeya Kobanê ya bi hezar kedî hatibû avakirin, dan ber agir.

Qada Azadiyê yek ji nuqteyên ku herî zêde pevçûn lê qewimiye. Li vir jî bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Piraniya sivîlên hatin qetilkirin jî kesên sibehê diçûn ser karê xwe bûn.

LÎSEYA KOBANÊ

Nuqteyeke din a çete ketibûnê jî Lîseya Kobanê bû. Li vê lîseyê pevçûnan demdirêj berdewam kir. Nîvê dibistanê ji ber pevçûnên hatine jiyîn hilweşiyan. Sedema dirêj berdewamkirina pevçûnan jî ev bû ku di qatê binî de sivîl hatibûn girtin û wek mertalê zindî dihatin bikaranîn.

Mistefa Elî yê şahidiya pevçûnan û komkujiyê kir diyar kir ku çeteyan li lîseya Kobanê bi dehan sivîl girtibûn û wek mertal bikar anîne û got: “Şervanên YPG-YPJ’ê ji ber vê operasyon bi tîtîziyek mezin meşandine û piştî sivîl hatine rizgarkirin çete ji vir hatine derxistin.”

...