Li Munchenê bîranîna Zîlan
Zeynep Kinaci (Zîlan) li bajarê Elmanya Munchenê hat bîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) li bajarê Elmanya Munchenê hat bîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) li bajarê Elmanya Munchenê hat bîranîn.
Însiyatîfa Jinên Kurd Sara, li bajarê Elmanya Munchenê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anî.
Di bîranîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de Hevseroka Meclîsa Gel a Munchenê Bedî Boylû peyivî. Boylû bibîr xist ku di ser çalakiya fedaî ya Kinaci de 19 sal derbas bûne û got, "Hevrê Zîlan di nameya xwe de gotibû, 'Ez dixwazim bibim xwedî jiyan û çalakiyeke mezin'. Hevrê Zîlan ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de serdemek girt û yeka nû vekir, rêbaza meşa di refên têkoşînê de zelal kir û pêşî li têkoşîna bi ruhê fedaî vekir. Em îro li vê derê soza xwe ya têkoşînê ya li hevrê Zîlan dubare dikin û mizgîniyê didin ku di rêya wê ya ronî de em bi rastî dimeşin."
Piştî axaftinê, sînevîzyon hat nîşandan, nameya Kinaci ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nirxên Ocalan ên li ser Kinaci û Sema Yuce hatin xwendin.