Çeteyên êrîşî Kobanê kirine li Kaniya Xezalan bi cih bûne (!)
Li ser çeteyên ku li Kobanê zêdetirî 200 sivîl qetil kirin belgeyên têkildarî pêwendiya wan a bi Tirkiyeyê re heye hê jî derdikevin.
Li ser çeteyên ku li Kobanê zêdetirî 200 sivîl qetil kirin belgeyên têkildarî pêwendiya wan a bi Tirkiyeyê re heye hê jî derdikevin.
Li ser çeteyên ku li Kobanê zêdetirî 200 sivîl qetil kirin belgeyên têkildarî pêwendiya wan a bi Tirkiyeyê re heye hê jî derdikevin. Li ser çeteyekî ku ji aliyê hêzên YPG’ê hat kuştin nasnameya Tesîsa Suleyman Şah a navçeya Akçakale (Kaniya Xezalan) derket.
Li ser çeteyê bi navê Ehmed Hesen ê li Til Ebyed hatiye dinê nasnameya ku li kampeke Tesîsa Suleyman Şah dimîne û ji aliyê Qeymeqamtiya Akçakale ve hatiye çêkirin derket.
Piştî YPG’ê Til Ebyed rizgar kir hatibû diyar kirin ku bi sedan çete derbasî aliyê Tirkiyeyê bûne. Di belgeyên li ser çeteyên komkujî pêk anîn derdikevin gumana ku tiliya van beşên Tirkiye malovaniyê ji wan re dike heye zêde dibe.
Agahiyên nasnameya li ser çeteyê bi navê Ehmed Hesen derketine wiha ne:
Sîcîl no: 0251614141715
Nav: Ahmed
Paşnav: Hesen
Navê Bav: Muhamed
Navê Dayik: Foze
Dîroka Jidayikbûnê: 01.01.1992,
Cihê jidayikbûnê: Til Ebyed
