Ji 231 kesên di êrîşên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan 213 kes hatin definkirin

Ji 231 sivîlên ku di êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, cenazeyên 213 kesî hatin definkirin.

Ji 231 sivîlên ku di êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, cenazeyên 213 kesî hatin definkirin.

Li gorî agahiyên ku berpirsyarên Saziya Malbatên Şehîdan dane, di êrîşên hovane de 8 ji wan endamên Asayîşê bi giştî 231 kes şehîd bûne. Ji şehîdan cenazeyên 26 kesan li gundê Berxbotan ê li başûrê Kobanê, cenazeyên 63 kesan li gundê Helincê yê li rojhilatê bajar, cenazeyên 2 kesan li gundê Kurpîngarê hatin definkirin.

Cenazeyên 72 kesan di 26’ê Hezîranê de li Goristana li rojavayê bajar û li ser riya Cerablûsê ku di dema berxwedana dîrokî de hatibû pêşxistin, hatin veşartin. Cenazeyên 50 şehîdan jî duh dîsa li heman goristanê spartin axê.

Rayedarên Saziya Malbatên Şehîdan dan zanîn ku cenazeyên 5 şehîdên din ên ku cenazeyên wan anîne saziyê jî, wê îro bînin li goristana rojavayê bajar defin bikin.