KCD’ê encamnameya 2. Civata Giştî aşkera kir

KCD’ê di encamnameya 2. Civata xwe ya Giştî de got: “Em bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî barbarîzma DAIŞ’ê bi ruhê seferberiyê hereket bike û li serketinên Rojava û Şengalê xwedî derkeve.”

KCD’ê encamnameya Duyemîn Civata Giştî aşkera kir. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Em bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî barbarîzma DAIŞ’ê bi ruhê seferberiyê hereket bike û li serketinên Rojava û Şengalê xwedî derkeve.”

Kongreya Civaka Demokratîk encamnameya 2. Civata Giştî ya di 27-28’ê Hezîrana 2015’an de li Amedê pêk anî aşkera kir. Di encamnameyê de hat diyakirin ku geşedanên li cîhanê û Rojava, hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an û encamên pêvajoya aştî û çareseriyê hatin nirxandin û wiha hat gotin:  “Ji ber ku ev civîn di arifeya 29’ê Hezîranê ku salvegera şehadeta Şêx Seîd de hatiye pêkanîn, watedar e. Bi vê wesîleyê em Şêx Seîd bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînin.”

Hat diyarkirin ku serketina hêzên rizgarker ên Rojava li Girê Spî û ‘Eyn Îsa piştî rizgarkirina Kobanê ji aliye gelên Rojava, Rojhilata Navîn û hêzên demokratik ên cîhanê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Di encamnameyê de ev xisûs hatin diyarkirin:

“Bingeha model û hevpeymaniya Rojava li ser biratî û wekheviya gelan û baweriyan hatiye danîn. Di vê çarçoveyê de Hêzên ku bi DAIŞ’ê re hevkarî û tevkariyê dikin û naxwazin li Rojhilata Navîn ev model bibe mînak û bi ser bikeve, bi destê DAIŞ’ê li hemberî gelê Kurd û gelên din ên Rojava, bi taybetî li Kobanê  komkujiyan pêk tînin. Divê bê zanîn ku ev komkujî û barbarîzm di heman demê de komkujî û barbarîzma li dijî mirovahyê ne.

Berdêl çi dibe bila bibe, em destûr nadin ku serketinên Rojava ji holê bên rakirin

Bi saya yekîtiya gelê Kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê di hilbijartina giştî ya Hezîrana 2015’an de bend hat hilweşandin û bi hilbijartina 80 parlamenterî ji lîsteya HDP’ê rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê vebû û di bin navê “pergala serokatiyê” de rê li ber dîktatoriyê hat girtin. Di vê çarçoveyê de em ji hemû aliyên ku keda wan di vê serketinê de heye spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Gelê me li hemberî hemû provokasyonên Dewletê û AKP’ê xwînsariya xwe parast û bi berdêlên giran be jî ev provokasyon pûç kirin.

Encama vê hilbijartinê di warê pêvajoya aştî û çarseriyê de destên HDP’ê bihêztir kir. Ev encam li ser partiyan damezirandina koalîsyonek hevsaz a ku pêvajoya aştî û çareseriyê esas bigire û destûra bingehîn a demokratîk amade bike, ferz dike.

Tevî ev demeke dirêj e AKP pêvajoya aştî û çareseriyê tîne ziman jî, di vî warî de heta niha gavên berbiçav nehavêtine; dest bi muzakereyên fermî nekiriye; der bare amadekirina destûra bingehîn a demoratîk de gav neavêtine û tecrîda li ser mîmarê vê pêvajoyê girantir kiriye. Israrkirina di vê tecrîdê de pêşiya pêvajoyê dixitimîne. Tabloya nû ya ku hilbijartina 2015’an derxistiye holê û geşedanên li Rojava pêvajoyeke nû ferz dikin.

BANGA KCD’Ê

Di nirxandina civîna du rojan de derket holê KCD, di çarçoveya geşedanên hundir û derve de bi biryar e van bike:

-Em komkujiya Kobanê ya dawî û êrîşên Tûnis, Kuweyt û Fransayê ku DIAŞê pêk anîne bi tundî şermezar dikin.

-Îro li dijî gelê Kurd bi hevkariya dijminên mirovahiyê şerekî qirêj, bê exlaq û bê hiqûq tê meşandin û komkujî  derdikevin holê. Li hemberî vî şerî em bang li raya giştî ya navneteweyî û hêzên demokratîk dikin ku berpirsiyariyên xwe bînin cih. Em bang li Saziya Neteweyên Hevgirtî jî dikin ku sûcdarên vî şer û komkujiyê sewqî Dadgehên Şer ên Navneteweyî bike.

-Ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdan a neteweyî KCD amade ye ku bi hemû aliyên têkildar re hevdîtin û xebatan bike.

-Em bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî barbarîzma DAIŞ’ê bi ruhê seferberiyê hereket bike û li serketinên Rojava û Şengalê xwedî derkeve.

-Ji bo ku pêvajoya aştî û çareseriyê bigihîje amanca xwe divê mîmarê vê pêvajoyê Rêberê gelê Kurd birêz Ocalan gaveke zûtir bigihîje azadiya xwe."