Cenazeyê 5 şervanên YPG / YPJ’ê anîn Riha

Cenazeyên 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê.

Cenazeyên 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê.

Şervanên YPG/YPJ’ê Îbrahîm Aydemîr (Egîd Amed), Îhsan Dundar (Îhsan Amed), Cîhan Denîz (Şivan Parastin), Mehmet Guler û Hacire Elmas (Rêberîn Eylem) ên di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Hezîranê li hember Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar hatin wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûs. Cenaze ji wir ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Piştî otopsiya li vir wê cenazeyên Aydemîr û Dundar bişînin Amedê, cenazeyê Denîz bişînin Colemêrgê, Cenazeyê Guler bişînin Bîrecîkê, cenazeyê Elmas a YPJ’ê jî bişînin navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.