Fermandariya YPG’ê ya Kobanê: Em ê hesabê komkujiyê pir giran bipirsin

Fermandariya YPG’ê ya Kobanê diyar kir ku ji bilî 7 çeteyên ku reviyane Tirkiyeyê, hemû çeteyên ketine nava bajar hatine kuştin û got: “Em aşkera dikin ku em ê hesaba vê komkujiyê bi awayekî pir giran ji çeteyan bipirsin.”

Fermandariya YPG’ê ya Kobanê diyar kir ku ji bilî 7 çeteyên ku reviyane Tirkiyeyê, hemû çeteyên ketine nava bajar hatine kuştin û got: “Em aşkera dikin ku em ê hesaba vê komkujiyê bi awayekî pir giran ji çeteyan bipirsin.”

Fermandariya YPG’ê ya Kobanê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji herêma Sirin bi wesayîtan hatine herêma Kobanê û li cihekî vala gihîştine hev, piştre jî bi alên Artêşa Azad ji nuqteyên Asayîşê derbas bûne û ketine Kobanê. Fermandariyê diyar kir ku piştî çete ketine bajar, li hemberî wan operasyon hatiye destpêkirin û hêzên wan ji bo ewlekariya sivîlan bi tedbîr tevgeriyane û bi dehan sivîlên ku çeteyan rehîn girtibûn rizgarkirin. Fermandariyê got ku wê hesaba komkujiyê pir giran bê pirsîn.

Fermandariya YPG’ê ya Kobanê der barê êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê û operasyonên li hemberî wan hatine meşandin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

“25’ê Hezîrana 2015’an, di saetên sibehê de komeke çeteyan ku ji 80-100 kesan pêk tê, bi armanca ku jin, zarok, pîr û kal jî di nav de  li hemberî gelê sivîl komkujiyê pêk bînin, ketine Kobanê.

Ev koma çeteyan ji herêma Sirrin a li başûrê Kobanê, di rêyên veşartî de bi wesayîtên yek bi yek derbasî herêma Kobanê bûne û li cihekî vala gihîştine hev. Koma çeteyan li vir cilên Artêşa Azad li xwe kirine û bi alên Artêşa Azad re ji nuqteyên Asayîşe derbas bûne û ketine navenda Kobanê.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî  hatine bidestxistin hinek komên çeteyan jî, ji sînorê Tirkiyeyê derbasî bajar bûne. Hinek şahidan jî bi çavên xwe dîtine ku hinek komên çeteyan, ji sînorê Tirkiyeyê derbas bûne.

Komên çeteyan çawa ketine bajar, bi dehan jin, zarok, pîr û kal qetil kirine. Di heman demê de bi dehan mirovên sivîl jî rehîn girtine.

Piştî ku komên çeteyan ketine bajar, hêzên YPG/YPJ’ê û Asayîşê li hemberî van çeteyan operasyonek berfireh daye destpekirin. Di roja 3’yemîn a operasyonê de piraniya çeteyan hatine kuştin, yek jî dîl hatiye girtin.

Ji çeteyên ku ketine nava bajar, 7 endamên çeteyan reviyane aliyê Tirkiyeyê. 8 endamên çeteyan jî ber bi başûrê Kobanê ve reviyane. Di encama şopandina bi israr a hêzên me de, ji van çeteyên ku reviyane başûrê Kobanê 2 çete li herêma Termîk, 6 jî li herêma Korpîngarê hatine kuştin.

Ji bilî 7 endamên çeteyan ên ku reviyane Tirkiyeyê, hemû endamên çeteyan ên ketine nava bajar hatine kuştin, çek û cebilxaneyên wan jî hatine desteserkirin.

Sedema dirêjbûna operasyonê, bi hestiyarî tevgerkirina ji bo ewlekariya bi dehan sivîlên ku çeteyan rehîn girtine bû.  Ji destpêka operasyonan ve bi dehan mirovên me yên sivîl ji aliyê hêzên me yên YPG/YPJ’ê ve, di encama xebateke baldarî û profesyonel de hatine rizgarkirin.

Di van operasyonan de 7 rêhevalên me di nava bajar de, 3 hevalên me li gundê Berxbotan, 11 hevalên me jî di pevçûnên bejahiya bajar a di çarçoveya heman êrîşên rû dane de bi lehengiyek mezin şer kirine û gihîştine şehadetê.

Di encama komkujiyê de li gundê Berxbotanê 23, li navenda bajar jî 210 bi giştî 233 sivîl hatine qetilkirin û 273 sivîl jî birîndar bûne. Her wiha 14 endamên Asayîşê, endamekî TEV-DEM’ê, endamekî Yekîtiya Ciwanên Rojava şehîd bûne.

Hevalekî me yê Tirk heval Rifat (Karker Kobanê) ku eslê xwe Arnavut e, di berxwedana Kobanê de fedakariyên mezin kirin û piştî rizgarkirina Kobanê jî bi awayekî aktîf tevlî xebatên ji nû avakirina Kobanê bûye. Hevalê me Rifat jî di vê komkujiyê de şehîd ketiye û bi şehadeta xwe bûye sembola biratiya gelên Kurd, Tirk û Arnavut.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) careke din soz didin gelê xwe ku em ê tola hemû şehîdên xwe hilînin. Her wiha em aşkera dikin ku em ê hesaba vê komkujiyê bi awayekî pir giran ji çeteyan bipirsin.”