Irmak û Uca, kampa Êzidiyan a li Amedê ziyaret kirin
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak got: "Paşgotinên wê gelê me yê Êzîdî van deran terk bike belav dikin û hewl didin bi vî awayî mirovan ji vir derxin. Dixwazin li ser hestên van mirovan siyasetê bikin.”
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak got: "Paşgotinên wê gelê me yê Êzîdî van deran terk bike belav dikin û hewl didin bi vî awayî mirovan ji vir derxin. Dixwazin li ser hestên van mirovan siyasetê bikin.”
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak got: "Paşgotinên wê gelê me yê Êzîdî van deran terk bike belav dikin û hewl didin bi vî awayî mirovan ji vir derxin. Dixwazin li ser hestên van mirovan siyasetê bikin. Gotina vê ya herî sivik bê însafî ye.”
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca Êzîdiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê warê xwe terk kirin û li Kampa Husnu û Cîhan a li Qada Mesîre ya Şaredariya Yenîşehîr bicih bûne ziyaret kir.
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak da xuyakirin ku sala bihurî bi hezaran Êzîdî ji Şengalê hatin herêmê û got: “Ji bo ji travmaya têde ne bên rizgarkirin me derfetên xwe seferber kirin.”
Irmak da xuyakirin ku pêwîstiya Êzîdiyên li kampan dijîn xaniyên bi tendurist in û li ser vî esasî hewl didin pêdiviyên wan bînin cih û wiha dewam kir: "Hin kes van şert û mercan bi kar tînin Paşgotinên wê gelê me yê Êzîdî van deran terk bike belav dikin û hewl didin bi vî awayî mirovan ji vir derxin. Dixwazin li ser hestên van mirovan siyasetê bikin. Gotina vê ya herî sivik bê însafî ye.”
Irmak axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên soza vîzeyan dabin van mirovan rayedarên fermî ji bo der barê wan de pêvajoya hiqûqî destpê bike çi ji destê me bê em ê bikin.”
Irmak û Uca li kampan lêkolîn kirin û ji wezîfedarên kampê agahî wergirtin.