Pîr: Ev qirkirin e
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Enes Pîr got, "Windahiyên sivîl ên rû dane, qirkirin e. AKP û Erdogan ev qirkirin bi rêxistin kirine."
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Enes Pîr got, "Windahiyên sivîl ên rû dane, qirkirin e. AKP û Erdogan ev qirkirin bi rêxistin kirine."
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Enes Pîr, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 25'ê Hezîranê ya li Kobanê û encamên wê, di bernameya Rojeva Welat a Radyoya Dengê Kurdistanê de nirxand û got, "Windahiyên sivîl ên rû dane, qirkirin e. AKP û Erdogan ev qirkirin bi rêxistin kirine."
Pîr diyar kir ku ya qewimiye qirkirineke û got, "Tê xwestin ku herêm bi temamî ji mirovan bê xalîkirin. Li ser vê bingehê komkujiyeke bi vî rengî anîn serê gelê me. Em ê roja 25'ê Hezîranê ji bîr nekin. Em ê ji sedî sed hesabê vê bipirsin." Pîr da zanîn ku ev koma çete Îslamiyetê bi kar tîne û destnîşan kir ku di meha Remezanê de pêkanîna komkujiyeke bi vî rengî li gelek deveran, nîşan dide ku çete Îslamiyetê bi kar tînin.
Pîr têkiliyên di navbera DAIŞ û AKP'ê de nirxand û got, "Hewl didin pêşî li azadbûn, rêxistinbûn û vînbûyîna Kurdan bigirin û li ser vê bingehê êrîşî hemû destketiyên Têkoşîna Azadiyê dikin. Kurd bi saya têkoşîneke mezin xwe gihandina van rojan û Kurd êdî ne ew Kurdê berê ye. Ya ku ew dixwazin Kurdê kole ye. Erdogan serokê DAIŞ'ê ye, bi her awayî cebilxaneyê dide çeteyan, çeteyan pewerde dike, li nexweşxaneyan tedawî dike. Serokatiyê ji wan re dike. Lê belê yekane daxwaza Kurdan jiyaneke bi rûmet e."
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Enes Pîr da xuyakirin ku girîng e hemû gel xwe bi xurtî biparêzin û destnîşan kir ku yekane rêya xwe parastina ji komkujiyên bi vî rengî parastina xwe bi xwe ye.