BI DÎMEN

'Divê her kes zanibe ku bi hezaran Zîlan hene'

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed di measîma bîranîna Zeynep Kinaci de axivî û got, "Ya ku em ji Zîlan hîn bûn, weke hêzên YJA Star û HPG'ê, bi sekneke fedaî israra di jiyana azad de ye."

Zeynep Kinaci (Zîlan) Li Herêmên Parastinê yên medyayê bi merasîmekê hat bîranîn. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed di measîmê de axivî û got, "Ya ku em ji Zîlan hîn bûn, weke hêzên YJA Star û HPG'ê, bi sekneke fedaî israra di jiyana azad de ye."

Zeynep Kinaci (Zîlan) a li dijî kkomploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sûriyeyê Şamê hat kirin, di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiyeke fedaî lidar xist, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn.

Di merasîmê de tevî bi sedan gerîlayan Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, ji Fermandarên YJA Starê Medya Egîd û Nalîn Dilpak amade bûn. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed di axaftina xwe ya li merasîmê de got, "Meha Hezîranê meha şehîdan e. Bi ruhên ewçend fedaî re bexwedan û azadiya gelê Kurd misoger bûye. Hêzên nikarin xwe li serketina Kobanê rabigirin, li hemberî gelê sivîl komkujî kirin. Em ê hesabê komkujiya li Kobanê bipirsim."

'BÛN XWEDÎ JIYANEKE WATEDAR'

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amedê diyar kir ku meha Hezîranê 'meha fedaiyan e' û ev yek destnîşan kir: "Divê hemû hêz zanibin ku bi hezaran Zîlan hene. 30'ê Hezîranê salvegera çalakiya fedaî ya şehîda me ya mezin Zîlan (Zeynep Kinaci) ye. Di heman demê de meha Hezîranê salvegera şehadeta hevrêyên me Sema û Gulan e ku di vê mehê de bûne xwedî sekneke mezin. Sê gerîlayên jin ên Kurdistanê yê xwedî sekneke mezin, rola pêşengiya jina azad a li Kurdistanê, bi pratîkên xwe re nîşan dan û bûn xwedî jiyaneke watedar. Ya ku em ji Zîlan a bi çalakiya xwe ya fedaî nemir bûye hîn bûn, weke hêzên YJA Star û HPG'ê, bi sekneke fedaî israra di jiyana azad de ye. Li ser vê bingehê di şexsê Zîlan de em hemû şehîdên şoreşê û şehîdên Kobanê bi rêzdarî bibîr tînin."

'NEKARÎN XWE LI SERKETINA KOBANÊ RABIGIRIN'

Amed da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê komkujiyeke hovane pêk anîne û got, "Çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wê yên nekarin xwe li serketina Kobanê rabigirin, bi hedefgirtina gelê sivîl re komkujiyeke barbarî kirin. Gelê Kurd, wê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên hov, ku bûne belayê serê tevahiya cîhanê û hêzên bi DAIŞ'ê re tevdigere, li ber xwe bide.

Gelê Kurd ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dide li Rojava bû xwedî statu. Van hemû berxwedanan, di xeta Zîlan de bi têkoşîna Şehîd Arîn, Revan, Hebûn, Gelhat û Şehîd Diyar Bagok lehengiyên mezin nîşan dan. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê hêzên YPG û YPJ'ê bi çek û bombeyên xwe, ya herî girîng jî bi bawerî û vîna xwe têkoşiyane."

'AKP LI PEY HEV WINDA DIKE'

Amed got, "AKP a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de winda kir, desteya xwe ya bi rêya Girê Spî (Til Ebyad) dida çeteyên DAIŞ'ê heman piştî hilbijartinan, bi azadkirina Girê Spî re winda kir. Ji ber vê yekê, ancax bi komkujiyeke qirêj dikarîbûn Kurdên li Rojava bûne xwedî statu, binixumîn" û anî ziman ku ji bo neteweyîbûyîan gelê Kurd û kombûna hemû derdorên demokratîk, çîn û baweriyan li binê sîwanekê, HDP a projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ji bo bilindkirina têkoşîna demokratîk a Tirkiyeyê weke partî tevlî hilbijartinan bûye.

Amed da zanîn ku ev hilbijartin serketina gelê Kurd û hemû gelên demokrasiyê dixwazin e û got, "Lê belê hêzên qirêj ên hebûn û vîna gelê Kurd qebûl nakin, li hemberî van serketinên gelê Kurd bê guman hêrs bûn û bi lîstikên xwe yên qirêj ketin dewrê. Eger li Kobanê komkujiyek hatibe kirin, ev yek bêyî haya dewleta Tirk nehatiye kirin. Haya dewleta Tirk ji vê komkujiya li Kobanê rû pêk hatiye, heye. Dewleta Tirk vîn û hebûna gelê Kurd ti carî qebûl nekiriye. Her tim xwestiye Kurdê noker biafirîne."

'TOLA KOMKUJIYA LI KOBANÊ WÊ WERE HILANÎN'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed da xuyakirin ku tola komkujiya li Kobanê wê were hilanîn û got, "Hêzên YPG/YPJ ên li Rojava li ber xwe didin û gerîlayên me yên YJA Star û HPG'ê yên li xeta Şengal û Mexmûr-Kerkûkê li refên herî pêş cih digirin, di xeta fedaî ya Zîlan de bi ruhekî fedaî bersivê didin pêvajoyê. Li dijî hêzên xwestin bi komkujiya li Kobanê re bi trajediyekê re dawî li serketinên Kurdan bînin, wezîfeya me azadkirina Rêbertiya me û çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê bi wesîleya salvegera çalakiyên fedaî yên hevrêyên me, em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê tola vê komkujiyê hilînin. Bi sekneke fedaî ya di xeta Zîlan re wê bersiv ji DAIŞ'ê û hêzên pê re hevkariyê dikin, were dayîn."

...