Gurcîstan dixwaze panebera siyasî ya welatiya Swêdê radestî Tirkiyeyê bike
Gurcîstan dixwaze penabera siyasî Ayşen Furhoff a ji sala 2002'an û vir ve li Swêdê dijî, bi hinceta ji aliyê Tirkiyeyê ve bi rêya Înterpolê lê tê gerîn, girt binê çavan.

Furhoff ku ji be xebatên xwe yên siyasî yên li Tirkiyeyê 5,5 salan li girtîgehê hat ragirtin, piştî hat berdan, li Swêdê serî li mafê penaberiyê dabû û serlêdana wê ji aliyê Daîreya Koçberiyê ya Swêdê ve hatibû qebûlkirin.
Furhoff a ji sala 2002'an û vir ve li Stockholmê dijî û zarokekî wê yê 10 salî heye, tê gotin ku ji bo hevdîtina bi hevalekî re çûye Gurcîstanê. Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Swêdê daxuyanî dan medya Swêdê û piştrast kir ku Furhoff ji 20'ê Hezîranê û vir ve li Gurcîstanê di girtîgehê de ragirtî ye.